سیما تیڤی

Êzdî berî gehiştina DAIŞê, mijara danûstandina Bingehê Laliş bû

Sema

Desteya bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbirî û komelayetî li Duhokê, li êvariya roja pênc şembûyê, rêkeftî 12/9/2024, danûstandineka vekirî bo nivîser û derhênerê afrîner Aso Hacî li dor (Êzdî berî gehiştina DAIŞê) rêkxist.
Di çarçoveya pênc şema rewşenbirî da ku hejmareka akademî, nivîskar û rewşenbîran têda berehev bibûn, nivîser û derhêner Aso Hacî bas li naverokê pertûka xwe ya li jêr navê (Yazidis before the arrival of ISIS) ku bi zimanê Înglîzî li welatê Holandayê hatiye çapkirin kir û şrovekir.

Aso diyar jî kir, aşnayeka kûr min digel bîr û bawerên Êzdiyan heye, ev pertûke bîroka sala (2013) ya wî û mamosta Cefer Simo bûye li perestgeha Laliş bo maweyê salekê kar li ser dikir, di nav Êzdiyatiyê da hebûneka mezin ya heye ayîneke felsefeyeke ciwan ya têda ku bi xweşî û şadî û bi mûzîk û semayê diparêzin.

Nivîskarî got: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî, berdewam piştevani li xurtkrina bizava rewşenbirî kiriye, di nav hemû pêkhatên Kurdistanê da. Paşan amadebûyan çendîn pirsiyar arasteyî navhatî kirin û têda ronkirin li ser pertûka xwe dane diyarkirin û bersiva hemûyan hate dan.

Aso Hacî, xemxware di biwara Êzdiyatiyê da û derhênerê filmê dîkûmentarî li ser Êzdiyan bûye ku ji aliyê Bingehê Laliş ve hatibû berhemînan.

            

><