Sema
Îro roja Êk Şemboyê 21.07.2024, şandeke desteya bilind a navenda Lalişê ya cand û civakî bi serokatiya birêz Se’îd Cirdo û şanda pê re, seredana li Babê Şêx ,Şêx Elî Şêx Eliyas kirin li Komelgeha Şêxka bi helkefta rojiyên (Çilê havînê ). Her dû aliyan çendîn mijarên girîng yên girêdayî civaka Êzidîyan di dema niha de gotûbêj kirin ,û ji aliyê xwe ve Babê Şêx çendîn şîretên olî û civakî ji wan re behis kirin. Li gorî salnameya Êzidiyan Rojiyên Çilê havînê her sal di 24ê Hezîrana 2024an de dest pê dike û roja dawî jî 2ê Tebaxê di be cejin û rê û resmên vû cejnê li peristgeha Laliş di êne gêran û bi hazirbûna kesanên olî yên Êzidiyan.