Sema
Berhevî: Ednan Goyan
Pîr Giro kurê pîr Hemo yê pîr Sivok e, ji pîrên Alîyan û ji eşîra Çêlkan e, sala 1907’ê li Bakûrê Kurdistanê li Gundê Fesqîn Navçeya Nisêbînê ji dayîk bûye. Esma Eyûb û Pîr Hemo Xwedê çar kur û keçek dabûn wan ewjî Pîr Giro, Xelef, Cercûn û Şemo, keça wan Xensê bû.
Osmanîyan sala 1913’ê êrîşên xwe hêdî, hêdî li ser Kurdistanê û taybet warê bav û kalên Êzidîyan, Xaltayê zêde kirin; binemala Pîr Guro jî bi eşîr û mirovên xwe re neçar dibin koçberî Bakurê Çîyayê Şingalê, li Gundê Qewîs nahya Kersê, Sinona niha tê zanîn, li nav eşîra Misqofyan cih û war dibin.
Sala 1920’ ji Gundê Qewîs jî bar dikin diçin Başûrê Çîyayê Şingalê li ba Hemo yê Şero, wê demê Biroyê Şerqî jî akincîyê wî gundî bû, li wir akincî dibe. Pîr Giro, êdî çaxa zewaca wî tê, her li wî gundî dizewice. Du hevjînên wî hebûn, Xezal Hesen Elî ji eşîra Xalta bû zarokên wê; (Pîr Miçû, Xidir û Ferho, keç Mencê û Baran) Xerîb Mihemed Kemal, tenê keçeka wê hebû navê wê Şemê bû.
Pîr Giro, di zarokatîya xwe de fêrî jenîna tenbûrê bûye, lê her wî wextî heza strangotinê jî pê re bû. Piştî 2 salan ji akincî bûna wan ya Gûndê Cedalê, li gel Mamostayê mezin Biroyê Şerqî fêrî gotina stranê dibe. Êkem stran ku xwe fêr kirî û gotî, Besa Xelîla bû. Lê strana herî zêde pê navdar bûyî Mazî Çinê bû.
Ji ber jiyê xwe di nava şer, girtin û kuştinê de derbas kirîye, zêdetir ji stranên şeran hez dikir. Êkem berhemê xwe di dawîya salên 1930’ê de li ser sêlik, anku qewanan, Çayxana Zirkê, li Şingalê tomar kirîye. Bi giştî 25 kasêt anku berhemên wî hene.
Sala 1966’ê heya 75’ê bejdarî di Şoreşa Nemir Mele Musafayê Barzanî de kirîye. Gelek caran di dîwana Rehmetî Barzanî de stran gotiye û Pîr Giro weke Bilbilê Çîyayê Şingalê binav dike.
Li sala 1984’ê heta 86ê li gel hevjîna xwe Xezalê, ji alîyê Rejîma Baes ve tê girtin û zîndanî kirin.
Dikeve û lingekî wî dişkê, lê mixabin ev e dibe egêrê wî. Gele berdewam nake, Pîr Giro li sala 1998’ê 18’ê heyva 11’ê, bi wesyeta ku li ser zarokê xwe kirî û gotî; Ger rojekî ez bimirim, bi stranên wî bilorînin û bibin ser mezargehê Şerfedîn û tenişta Şerfedîn bin ax bikin.