سیما تیڤی

Husên Qaîdî: Pêşbînîya rizgarkirina hejmareka revandiên Êzidî li Sûriyê dikeyn

Navenda Nûçeyan – SEMA
Berpirsê nivîsîngeha rizgarbûyên Êzidî ji destê DAIŞê ragihand; li kempa Holê hêşta revandiên Êzidî mayne û nehatine rizgarkirin û hemû bizavan dikin bo azadkirina wan û vegerin nav kes û karên xo.

Husên Qaîdî, berpirsê nivîsîngeha rizgarbûyên Êzidî ji destê DAIŞê, îro duşembûyê, 6ê kanûna êkê 2025, bo SEMA ragihand: Zanyarî li ber destê wan in ku hêşta hejmareka revandiên Êzidî li kempa Holê mayne û kar bo rizgarkirina hemû revandiyan li Sûriyê dikin û heta êk rizgarbûyî mabit narawestin û dê di berdewam bin.

Qaîdî amaje bi wê çendê da, hemû bizav dêne kirin û di berdewam in bo lêgerîyan û dîtina sercemê bêserşûnên Êzidî.

Li gorî amara berpirsê nivîsîngeha rizgarbûyên Êzidî ji destê DAIŞê, ji sercemê şeş hezar û 417 welatîyên revandiên Êzidî ji layê DAIŞê ve, ta nuke sê hezar û 584 kes hatine rizgarkirin.

Li dûv zanyariyên bi dest SEMA ketîn, berî du rojan hikumeta Iraqê gereka dî ya xêzanên terorîstên DAIŞê li kempa Holê veguhastin e kempa Cedea li parêzgeha Mûsilê û vê çendê Êzidî dilgiran kirine.

><