Sema
Demê ayîn dibte çekê dewletên mezin, milletên biçûk dibne qurbanî, şerê Çaldêran çewa jiyana Êzdiyan bo hetatetahiyê guhorî?
Li sala 1514ê, şerê Çaldêran d navbera Osmanî û Sefewiyan da rû da, ev şer tenê bo dagirkirna axê nebuû, belku bo sepandna mezhebê dewletê bû, piştî Osmaniyan serkeftin înayî fermaneka giştî li dijî hemû kêmineyan derkeft ku ne li ser mezheb û dînê wan bûn.
Ev fermane ne bi tenê bo Êzdiyan bû; ptr ji 40 hezar mirov ji (Elewî, Kakeyî, û Êzdiyan) bi fermana Sultan Selîm hatne kuştin.
Çarenvîsê Êzdiyan piştî vî şerî gelek têk çû, mîrgehên Êzdiyan yên bihêz wek “Mîrgeha Dasniya” hatne lawaz krin û Êzdiyatî ji deştê ber bi çiya ço, Kurdistan bû du pişk û Êzdî d navbera du dewletên ayînî da bê pişt man.
Şerê Çaldêran bû dergehê fermanên mezin. J wirê û pêde, nasnameya Êzdiyan kefte ber hîrşên berdewam anku “nemanê de“.
Piştî şerî, Êzdiyan zevî û kêlgeyên xo yên zengîn ji dest dan û keftne bin bajên gran, eve destpêka qonaxeka tarî bû ku sedan salan vekêşa û jiyana Êzdiyan bi dirêjahia dîrokê guhorî.
Rastiya mêjûyê eve demê ayîn dibte çekê dewletên mezin, milet û gelên biçûk dibne qurbanî.

