Sema
çalakvanekî Êzidî li Rojava ya Kurdistanê ragihand, şer li bajaê Helebê li Sûriyê berdewam e û niha bi hezaran koçberên Êzidî asê mayînê û peywendî digel da hatiye birîn.
Şeş rojan çekdarên nêzîk Tirkiyê, Bereya Nusre û Tehrîr el-Şam êrişeka dijwar li Helebê destpêkiriye.
Duşemîya 2yê Kanûna Pêşîn 2024ê, Caber Cindo, çalakvanê Êzidî li Rojava ya Kurdistanê taybet bo Sema ragihand: Nêzîkî şeş hezar koçberên Êzidî li devera Şehbayê, Tel Refet, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê asê mayînê û grupên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve dixwazin wan devaran kontrol bikin.
Çalakvanê Êzidî eşkere jî kir, hinek koçberên Êzidî di malên xwe de mayîne û nikarin derkevin û peywendî digel da hatiye birîn, hinek jî berê xwe dane Cizîrê li rojavayê Firatê ku di bin destê hêzên Hesakê de ye.
Caber Cindo jî ragihand, divê em bi zûtirîn dem rê li ber koçberên Êzidî were vekirin, da ku xwe bigihînin Cizîrê, ji ber ku jiyana wan di metrsiyê de ye.
Îşaret bi wê yekê da, Êzidiyan li Helebê berî 60 salan li wan devera cî girtibûn û yên Şehbayê jî di dema êrişa li ser Efrînê koç kiribûn û di kampan de dijîn û di rewşeke xirab de ne.
Çendîn rêxistin û saziyên Êzidî hişyarî ji metirsiya jenosîdeke din li dijî Êzidiyan li Helebê dane û dixwazin her zû dest têde were kirin û ew bên parastin.