Mehma Xelîl ji nav rûniştina Civata Nûnerên Îraqê derkeft
Navenda Nûçeyan (K24) –
Nivîsîngeha Cîgirê Mehma Xelîl di beyannameyekê de ragehand, Nûnerê Civata Nûnerên Îraqê xwe ji rûniştina îro ya Civata Nûneran vekêşa.
Nivîsîngeha Cîgirê Mehma Xelîl îro (Çarşem, 24.07.2024) di beyannameyekê de ragehand, Nûnerê Civata Nûnerên Îraqê Mehma Xelîl ji ber berçavkirina qanûna lêborîna giştî li bernameya karê rûniştina îro ya Civata Nûnerên Îraqê xwe vekêşa.
Di wê beyannameyê de hatiye, xwevekêşana Mehma Xelîl wekî nerazîbûnekê bû li beranberî wê qanûnê, ku bi rêya wê qanûnê dikarin wan tawanbaran azad bikin ên ku destên wan bi xwîna Îraqiyan sor bûne, xasma Êzidiyan ku mezintirîn helmeta jenosîdê di dîrokê de li beranberî wan hat kirin.
Herwesa got, “Ew qanûn gaziyeke ji bo qurbaniyên terorê û kesûkarên qurbaniyan, herwesa wekî rêzekê ye jî ji bo teroristan ku derfet ji bo azadkirinê peyda kiriye.”
Amaje jî da, bi baweriya navbirî ev qanûn derzeke civakî çê dike û derman nabe heta dadperwerî neyê bidestxistin û herwesa heta zêdetirîn siza li ser teroristan neyê sepandin.