Navenda Nûçeyan – Sema
Serokê Hukumeta Herêma Kurdistanê sipasiya pisporan Yûnanê dikei bo hawkarîkirî bo bicihênana projeyî kemera keskatiya Hewlêrê û dibêjit “vegerandina dara zeytûnê ramanek mezin heye bo herêma Kurdistanê.”
Îro pênc şembûyê, 30ê çirya êkê 2025, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta herêma Kurdistan, êkem dar li projeyî kemera keskatiya Hewlêrê çand û amaje bi girngiya vegerandina dara zeytûnê bo deverê û rolê pisporan Yûnanî da.
Di gotara xwe da, Mesrûr Barzanî sipasiya “dost û pisporan Yûnanî” kir û weko xo gotî “li bicihênana projeyî da dê harîkarîya hikumetê kene, bi taybetî li warê çandina dara zeytûnan da.”
Serokê hikumeta herêma Kurdistanê amaje bi wê çendê da, pisporan Yûnanî gotiye me “ev devere di dîrokê da jêderê serekî yê dara zeytûnê bû.” Gotjî “vegerandina dara zeytûnê bo van cihan ramana mezin heye, hem berhemekê bi pît û xêre bo xelkê vê deverê, hem dê mifayî jê wergirîn bo armanckî kemera keskatiya Hewlêrê.”
Herewesa, Mesrûr Barzanî sipasiya kertê taybet jî kir bo harîkarîkirina hukumeta herêma Kurdistanê bo bicihênana projeyî kemera keskatiya Hewlêrê.
Kabîneya nehê ya hukumeta herêma Kurdistanê çendîn planên stratîjî hene bo zêdekirina rûberê keskatiyê li herêma Kurdistanê da.
