Navenda Nûçeyan – Sema
Li roja sê şembûyê 9-12-2025, şandekê serokên bajêrvaniyên bakûrê Kurdistanê, seredana perestgeha Lalişê kir û ji aliyê Babê Çawîş û Luqman Silêman, berpirsê ragihandina perestgehê ve hatine pêşwazîkirin.
Şandî geryanek di nav hinderê perestgeha Lalişê da kir û hemû pîrozî û rêûresmên olî yên li perestgeha Lalişê dêne gêřan bo ewan hatine şilovekirin.
Herewesa şandî xoşhalîya xo derbir ku ji nêzîk ve haydarbûyin li ser rewşa Êzdiyan û perestgeha Lalişê dîtin.
Lalişê take perestgeha pîroza Êzdiyane, dikeve qeza Şêxan li parêzgeha Dihokê.
