Navenda Nûçeyan – Sema
direngîya şeva êk şembûyê, 12ê Kanûna duwê 2025, di ragehandinekê da, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, li dûv maddeyê 140, divêt referandûm li Kerkûk û navçeyên nakokî li ser bête kirin û hikûmeta federalî pabendkirîye ku berî 31ê Kanûna êkê ya 2007ê vê proseyê bicih bînit.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek belavkir û têda hatîye: li dûv maddeyên 140 yê destûrê Iraqê, divêt proseya referandûmê li Kerkûk û navçeyên nakokî li ser bête kirin û hikûmeta federalî pabendkirîye ku berî 31ê Kanûna êkê ya 2007ê vê proseyê bicih bînit.
Dibêjit: çi nuke û çi bîst salên borî, hemû hikûmetên êk li dûv êk yên Iraqê di kirina vê referandûmê da şikestin înaye û nuke hikûmeta Iraqê berhevîyan diket bi şêweyekî takalî, neft û gaza van navçeyan bibet. Di demekî da ku xelkê Kurdistanê, di çarçovê maddeyî 140 da, daxwaza rewa ya van navçeyan diket.
Amaje bi wê çendê da, maddeyên 140 û 115 yên destûrê Iraqê yê sala 2005ê, mafê reha û takalî daye hikûmeta herêmê ku zevîyên neft û gazê yên nû vedîtî birêvebibet. Herwesa maddeyê 112ê amajê didete wê çendê ku hikûmeta federalî û ya herêmê zevîyên neft û gazê yên berê bi hevpişkî birêvebibet, wekî ewên Kerkûk û navçeyên derdorberê wê.
Ragehand jî: Bexda hatîye pabendkirin ku li gel herêmê sebaret dabeşkirina dahatê wan zevîyên kevin rêkbikevit, hikûmeta herêmê berdewam berhev bûye ku bo vê rêkkeftinê pişkdarbibit, lê hikûmeta federalî bi berdewamî xwe ji berpirsyaretîyên destûrî vedzîye.
Herwesa gotîye: Hikûmeta Iraqê bizava wê çendê diket ku grêbestên neft û gazê îmza biket bêyî maddeyên destûrî bi giştî û maddeyên 140 û 112 berçav werbigrît. Hikûmeta herêmê bi mafê xwe yê destûrî dibînît, bi hemû rêkarên cuda ku di desteber bin, bergirîyê ji mafên xwe yên destûrî biket û dê karî li ser cîbicîkirina yasayan ket bo parastina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û Kerkûkê.