sema
Roja yekşemê 24ê teşrîna duyem a 2024an li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li birêz Şêx Cemal Elzarî emîndarê giştî yê projeyê niştimanî ya Iraqê û şandekî yawer kir ku pêkhatibûn ji endamên encûmena nûnerên Iraqê her yek ji birêzan Xalid Sultan Haşim, endamê komîteya ewlehî û berevanî, û birêz Hemîd Kesar Elzubeyî.
Di hevdîtinê de dawîn pêşhatên siyasî û ewlehiyên Iraqê û girîngiya hebûna peywendî û hevahengî di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de gotûbêj li barê wan hate kirin, herwiha ronahî hate xistin ser peywendiyên navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê.