Navenda Nûçeyan – Sema
Îro Mîr Coqî Elî Beg, ji binemala mîra li nahiya Ba’edrê wexera dawîyê kir.
Îro pênc şembûyê 19-6-2025, Mîr Coqî Elî Beg, birayê Mîr Cehwêr Elî Beg wekîlê mîrê Êzdiyan bo karûbarên Peywendiyan û kesayetiyê diyarê dewerê, ji egerê celta dilî wexer kir.
Mîr Coqî Elî Beg, kesayetiyê diyarê Êzdiyan û nahiya Ba’edrê û Qeza şêxan bû, di rêvebirina karûbarên civakî da rolekî giring hebû bo dana biryaran.
Herweha rolekî berçav hebû bo çarekirina kêşeyên Êzdiyan û Xurtkirina giyanê pêkvejiyanê dinavbera êzdî, musililman û mesîhyan da hebû.
