Navenda Nûçeyan – Sema
Bi helkefta cejna Rojiyên Êzî, Babê Şêxê Êzdiyan serbarî pîrozbahîkirnê, daxwazê li hikumetên herêma Kurdistanê, Iraqê û civakê nêv dewletî diket revandinên Êzidî li Sûriyê rizgar biken.
Sebah Simir, berprisê ragehandina Babê Şêxê Êzdiyan bo Sema ragehand: bi helkefta cejna Rojiyên Êzî, Babê Şêx ev cejn li Êzdiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîrozkir û diyarkir, eve 10 sal li ser cînosaîda Êzdiyan li Şingalê derbazbûn û hêşta çarenivîsê pitrî 2 hezar revandinên Êzidî ji layê terorîstên DAIŞê ve yê diyarnîne û bêseruşûnin.
Gotjî: Piştî guhorînên vê dawiyê li Sûriyê peydabûyîn, renge revandinên Êzidî li gelek deveran hebin û Babê Şêx xwest hikumetên herêma Kurdistanê, Iraqê û civakê nêv dewletî diket pêkolên zêdetir bêxne kar ji bo lêgerîna revandinên heta noke di destê terorîstan da mayn.
Berprisê ragehandina Babê Şêxê Êzdiyan diyar jî kir, kes û karên revandinên Êzidî çaverê rizgarkirina wan diken ko bi dîtina hevdu şad bibin ve, herwesa Babê Şêx dupatiyê li aşkirakirina çarenivîsê ewan dikein û dixwazin ev keysa mirovî li pêşiya her karekê bit.
Terorîstên hovên DAIŞê li 3ê Tebaxa 2014ê devera Şingalê dagirkir, ji encamê hêrişê pitrî 300 hezar Êzidî derbeder û awarebûn û 6417 kes keftine destê terorîstan da û li duv amaran li rojên destpêkê yên hêrişê 1293 kes hatine kuştin.