Navenda Nûçeyan (K24) –
Welatiyekî Hollandî bi tometa ku tevlî DAIŞê bûye û jineke Êzîdî kiriye kole, 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Dadgehek li Lahayê jina 33 salî Hesna Ereb ya Hollandî bi tometa koletiya jineke Êzidî û dilsoziya bi DAIŞ’ê re, handana bo tawanên terorîstî û xistine metirsiyê li ser jiyana kurê xwe yê biçûk, cezayê girtîgehê lê birî.
Dadgehê duhî Çarşemê 11ê Berçile di daxuyaniyekê de got: “Kolekirina jina Êzidî, tawaneke li dijî mirovahiyê ye.”
Li gorî daxuyaniyê, Hasna Ereb di sala 2015’an de bi kurê xwe yê çar salî re çûbû Sûriyeyê, şeş mehan piştî ragihandina kontrolkirina hin navçe ji welatî ji aliyê DAIŞê ve.
Dadgehê got: “Tawanbarê li Sûriyeyê bi çekdarekî DAIŞê re zewicî û zarokek jê re çêbû, piştre demekê li mala çekdarekî din jiya û jineke Êzîdî kir kole jiya.”
Herwiha hesna bi wê yekê jî tê tometbarkirin ku di navbera salên 2015 û 2022’an de tevlî rêxistineke terorîst bûye û kurê xwe yê çar salî dema biriye herêmeke şer, xistiye metirsiyê.
Hesna Ereb di Mijdara 2022an de ji kampeke binçavkirinê li Sûriyeyê tevî 11 jinên Hollandî û 28 zarokên wan vegeriyabû Hollandayê û bi tometa pêkanîna karên teroristî, hat desteserkirin.