Bi helkefta hatina cejna rojîyên Êzî, germtirîn pîrozbapiyan arasteyî tevaya Êzdiyên Kurdistanê û cîhanê dikin û ji Xwedê dixwazin cejna xêr û xoşî û bereketê bit.
Ji Yezdanê dilovan dixwazin rojîyên we qebûl biket û evê cejnê bikete binemayê xêr û bereketê bo hemû mirovayetîyê û ev cejne bibite egerê bihêzbûna pêkvejiyanê di navbera pêkhatên gelê Kurdistanê da û berqirarbûna aştî û aramîyê li hemû cîhanê.
Her bi vê helkeftê hêvîdarîn rewşa Şingalê aramî û seqamgîrîyê bi xove bibînit û aware li kempan bi serbilindî û serferazî vegerin deverên xo û dawîyê bi jiyana awareyê bînin û revandiyen Êzidî yên ta nuke bêserûşûn bêne rizgarkirin.
Dûbare cejna we pîroz bit û her sal bi xêr û xoşî cejnên xo biken.
Desteya bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/Dihok
19/12/2024