سیما تیڤی

Gelik darên gundê Têref li Şingal hişik bûn e.

 

Sema:

Dema dû sala ye û taybet di demsala Havînê de ji ber kêmbûna avê li hinek gundên Şingal darên cotkara hişik dibin, Li dor vê çêndê muxtarê gundê Têref li bakurê Çiyayê Şingal ku di heman dem de cotkar e (Xidir qulo) ji bo (Sema) da diyar kirin: Dema dû sala û taybet li demsala Havînê em dikevine pirsgirêka kêm aviyê de û min 1000 darên cida cida ji hejîr û tirî û bahîv û hinar a hebûn belê ji ber nebûna avê nîzî 500 ji wan dara hişik bûn e û herweha min 3 bîrên ortiwazî kolan belê ew jî kêm avin.

Got jî: Sala borî û dema gehiştina berhem de darên min hişik bûn ku ziyana wan di gehişt e nêzî 30 heta 50 milyon dînarên Îraqî û ji ber vê çendê di niha de erid û rezê me li pêş çavê me reş bûn e.

Zêdetir got: Darên min bi tenê hişik nebûn e belê bitiriya cotkarên gundê me di vê rewşê dan e û li gundê me nîzî 7000 hezar dara heye belê ji ber kêmiya avê û hermê niha nêzî 3000 ji wan hişik bûn e.

Li dawiyê jî got: Di niha de tiştek ji destê me naiyê lewma em daxwaz ji Hikumetên Herêma Kurdistan û Îraqê dikin ku alîkariya me bikin da careka din em bikarin dest bi karê cotkariyê bikin.

><