Bi helkefta bîreweriya 72 salan li ser damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê, germtirîn û ciwantirîn pîrozbahiyan pêşkêşî sekreterê û hemû endamên vê rêxistina têkoşer dikin.
Yekitiya Jinên Kurdistanê bi xebat û têkoşana xwe ya dehsalan, karî têgeh û têrêbirina jinê û civakê ji bo çemkên maf û azadiyê, yekînî û dadperweriyê di navbera jin û mêran biguhêre û pirsa jinê bike pirsgirêkeke civakî û girêdayî her du regezên civakê. Ji ber vê yekê, her di pêşengiya tevgera jinên Kurdistanê de maye, îro jî bi şanaziyeke mezin rol û cihekî şayeste di hemû dezgeh û rêveberiyên Kurdistana azad de digire.
Bê guman, her dem jina Kurdistanê weke şemaleyek ronahî di nav şoreşên gelê xwe de fehnereya ronahî û ronî bûye. Ji bo jiyana gelê xwe mamosteteyeke zana û kêm wêne bûye, ji bo civaka xwe dayikeke dilsoz û wefadar bûye, her wiha ji bo nifşên pêşerojê nimûneyeke serkeftî bûye.
Hêviya serkeftinê ji bo karê wan dixwazin û careke din pîroz be damezrandina Yekitiya Jinên Kurdistanê û herdem serfêraz bin.
Desteyeke bilind Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Civakî / Dihok
11/12/2024