Êzdiyên Turkiyê (Bakur) Di sala 2025an de ji hemû demî zaftir jibo vegerê amadene.!
Êzdiyên Ji Wêranşehîr,Nêsêbin,Hezexê, Diyarbekir-Bismil û Batman -Bişêriyê jibo avakirina Gundê xwe,Ziyaretgehê xwe,jibo cîh û Warê xwe bi hemû îmkanê xwe dinava xebateke bi rûmetdene.!
Êzdiyan li gelek herêma kû Gund û cîh warê wan hatibûn desteserkirin. Û Îşgalkirin.Bi riyan Mahkema kazanckirine.! Lê Mixabin Îşgalciyê herêma bi dek û dolaba hêjî berxwedidin…
Tevî Êzdî mafdarin û biriyarê mahekemajî di destê wandenjî rayedarê dewletê Ji Êzdiyan sebirek demî xwast.Êzdiyanjî jibo demeke maqul erênî dît û li lêviya kû rayedarê dewletê rojek berî rojekê bi rengekî aştî Gundê Êzdiyan azad û valebikin.!
Mînak Gundê KELHOKÊ îşgalciyê Gundê me Piştî erêkirina biryarê,ji nûve îşkalkirina xêniyê din dixwazin emrê xwe dirêjê bikin.! Wek gelek rayedarê dewletê jimere gotine kû li gorî daxwaziya wane bi aştî û aramî dernekevin.! Kesek ji dewletê ne mestire wê çaxê têştê pêwîst ê were pêkanîn…!
Herî dawî tevî em mafdarin.Û jibo biriyarê Mahekemê me 13 sala sebirkir.! Îrojî biryare di destê medeyejî em ji daxwaziya rayedarê dewletê re hûrmet dikin.Jibo demeke kin.Wek Kaymakamê Bişêriyê dibêje ez dixwazim dengê aştiyê ji Bişêriyê bilind bive.! Bînbaşiyê eskeriyê dibêje parastina maxdûra erkê meye.! Em jî wek Gundê KELHOKÊ jibo xatirê van daxwazî û erka erênî dibînin…!
Herî dawî jiber aqilê xweyî însanetî,jiber em mafdarin.Jiber biryara Mahekemê di destê medeye,tevî hemû tiştî em banga xwe li îşgalciyê Gundê xwe dikin.! Weke rayedarê dewletê dibêjin.Bi aştî û aramî ji Gundê me derkevin.! Xwe li Heber dîrokê rûreş nekin.! Em ne ji we ditirsin.Jiber em mafdar û însanê bi akilin…!