سیما تیڤی

Mehdî Hesen:Serhatîya Enterî û Babê wî di hisaba Êzdiyan da gringya xo heye bo seqayî û Zivistanê

Li çardehê meha sibata Rojhelatî werzê zivistanê bi dawî dêt û dibe werzê beharê li (2/28)ê zaînî, jiber ku meha sibatê di hsaba Rojhelatî nîvek zivistane û nîvek behare. Enter rojekê ji mal derket, dinya germ bû, rojeka gelek xoş bû, dinya gelek ye germ bû. Berê xo da deştê û geryanek li aqarê gundê kir. Dît teyr û tewal yê puş û palî xirvedikin û teyrekî bi navê (tîtî) hêlîna xo ya drust kirî û hîkên kirîn. Enterî jî berê xo da hêlîna tîtî û hîkên kirîn, wesa hizir kir zvistan xlas bû madem (balinde) teyra hîk kirîne.
Rabû hate mal û digel babê xo axivî. Gotê bab: “Sibey dê pezê xo beyn zozana û dê rabîn karûbarê xo keyn?” Babê Enterî gotê: “Kurê min, hêşta rojek zvistan ya mayî, bila sibey jî derbaz bit bi xêr karû barê xo bike û here.” Belê fayde nekir, Enterî gote babê xo: “Rojek û şevek yêt mayn, xo dnya xirab nabit, sibey dê pezê xo beyn û dê çîn.” Hindî babê wî gotê: “Kurê min, da zvistan xlas bit, ev roj û şev gelekin li hisaba zivistanê, yenî salek û zeman yêt mayn” fayde nekir.
Li hêvara 13ê sbatê, hêşta rojek may zvistan, yenî l (2/27), Enterî gote babê xo: “Divêt bi rêbikevin.” Ew ferman li babê xo kir. Terş û tewalê hemû xirvekirin û karûbarên xo kirin. Sibehîkê zû dane rê. Ji gotina bitir ji deh kerîên pezî hebûn û çendîn dewar û mehîn û ajelên dîtir hebûn. Sibehîkê hemû bikarkirin û berê xo dan zozana bo koçerîê û çêrandina pezê xo û bi rêketin.
Bi şev seqa hate guhorîn û befir û baranê lêkir û tengav bûn. Seqa sar bû, befireka zor hat û rêka wan hate girtin û terş û tewalê wan kete bin befrê û sir û seqemê lê da heta berê sibehîkê hemû ajelê wan dinav befrê da mirin. Ji neçarî Enterî zgê dewarên xo kelaştin û xo dnav zgê hêştira da parastin bes da gyanê xo bi parêzt û nemrit. Piştî Enter çûye di zgê hêştrê da, rabû rmek li ber xo çqand û zenglek bi serê rmê ve dana da tiştekî ji rewşa seqayî bi zanit.
Dibêjin heta berê sibehîkê heft cara befir barî û di bû sahî, demê befir dibarî zengl nedihjya û deng jê nedihat. Demê befrê betal di kir dengê zenglê di hat. Enterî zanî çend cara befir hatye û çend cara bûye sahî.
Berê sibehîkê roja êkê ji beharê befir û baran sekinî û rojhelat û vegerya mal dest vala bes mirov di saxbûn û terş û tewalê wan hemû mirin. Demê nêzîkî mal bûyn û gehiştin aqarê gundî gotin: “Da em biçin berê xo bi deyn wî teyrî û hêlîna wî ka çi biserê wan hatye.” Çûn dîtin teyrê (tîtê) li nav hêlîna xo yê req bûyî û mirya.
Ev car Enterî gotê: “Titkê tîtane, te mala xo xirabkir û mala min li cem ya xudanî.” Û hatin mal bi dilekê pir xem û kovan.
Enterî dû jin hebûn, êk kiç mam bû û êk ya byanî bû. Her du hevjînên Enterî dilsozî û xemxorya xo derbrrîn û êkê bitir ya dî xo da pêş ku dilê wê bitir bi Enterî ve bû. Enterî pirsyarek ji hevjînên xo kir gote wan: “Dilê kêj ji we bi meve bû, ez dizanim dê pirsyarekê ji we kem, kîj we dizanit çend cara befir hatye û çend cara bûye sahî?” Jina byanî got: “Bi xudê ez nizanim çend cara befir hatye, belê tiştê ez dizanim befir hewe ji hêvarî heta sibehîkê dêt.” Dotmama Enterî got: “Pismam ez ne razîme, heta berê sibehîkê heft cara şevêdî bûye sahî û heft cara befir hatye.” Enterî got: “Dotmam rast bêjî.”
Ev car heta niho di hisaba me da dibêjin heta rojek zivistan maye divîa Enterî li bîra xo bînin û hisaba zvistanê biken. Lewa em dibêjîn heta meha reş li nav mehane neçe koçerî û zozana.

><