Min beriya salan ve gotiye, “di Êzdîtiyê de putperestî û pêxemberîtî tûne ye . Destûra Êzdî li ser erdê hêza hebûna xwe weke ya Xwedê û milyaketan mezin bide xwanê anjî cîh û mekanên xwe mîna „mala Xwedê û milyaketan“ kifşbikin û bide nasandin tûneye.”*
Gorî ez dizanim, di Êzdîtiyê de putperestî, pêxemberîtî û parêzgeheke sereke tûne ye
Li goriya ku ez ji kevneşopên Êzdiyatî(Ezdayeti-Êzdîtî)yê fahm dikim û di kevnariya baweriya Ezdayetiy(Xwedê nasîn)ê de xwanê dike, ji roja ku Xwedê, Milyaket, dinya û giyanber(beşer-evd-însan û hemû ruhilber) afirandine û heta vêga hêjî li seranserî dinya yê de gelek cîhên ku Xas, Qelender, Baba-derwêş û hemû Xwedê nasan lê îbadet, duha, urf û adetên xwe dikin û pîroziya Xwedê nasînê lê didine naskirin hene.
Bi zanîna min, di bawerî û batinya Êzdîtiyê de, ku evd(însan) karibe li ser erdê hêza hebûna xwe weke ya Xwedê û milyaketan mezin bide xwanê anjî cîh û mekanên xwe mîna „mala Xwedê û milyaketan“ kifşkir be û bide nasandin tûn e. Ji xwe di navbêna bawermendên Êzdî û Xwedê de, ji xeynî rêzgirtina ji Xwedayê bê şirîk, Milyaket, xwedanê merivên Xas, Qelender û Qencên Xwedê (pêxemberan) pê ve, wekî dinê tu giringiya kesayetî û pûtperestiyê li cem Êzdiyan tûn e.
Bi dîtina min, her tiştê xwezayî (çi rihilber anjî ne rihilber)be, dû aliye, hebûn û tunebûna her tiştî di nav hevde ye. Ji xwe em Êzdî dibêjin, ciyê şer û aşîtî, saxî(tendurîstî) û ne saxî, aremî û tengasî, têrbûn û birçîbûnê, zilm û xembarî, delalî û ne delalî, hezkirin û dujminantî, “bihişt-cinet û doje-cahnimê”, başî û xirabî, paqijî û ne paqijiyê, zanîn, marîfet, heqîqatê û hwd.dilê merive. Tu evd nikare bi xêra pîroziya nivîs, duha û kiryarên rihaniyan qeder(jiyanbûn)a xwe kifş bike.
Weke ku ez di nav baweriya Ezdahîtiya berê de jî dibînim, berê di nava Êzdîxanê de gelek cîhên ku Xas, Qelender, Baba-derwêş û hemû Xwedê nasan lê îbadet, duha, urf û adetên Ezdayetiyê dikirin û pîroziya Xwedê nasînê didane naskirin weke cîhên pîroz û parizgeh(ziyaret) dihatine xwanê kirin hebûn. Lewma vêga hêjî di nav zargotina me de tê gotin : ku „Şêx Adî jî her Êzdî mecbûr nekiriye û ne gotiye divê her kesê Êzdî tenê bê li Lalişê ziyaret bive. Şêx Adî bi zahmetiya miletê xwe dizanîbû û lewma jî ewî heremên Êzdîxanê li xwedî ocaxên Êzdiyan parvekirine.
Weke ez dizanim, « Şêx Adî li ser dema xwe de herêma ;
Helebê daye destên Şêx Mend,
welatê Xalta daye Şêxsîn,
deşta Herîrê daye Hesin Meman,
zozana daye Sicadîn,
Nasiriyê daye Nasirdîn,
Diyarbekrê daye Şêx û Bekir,
Amediyê daye Amadîn,
Tewrêzê daye Şêşims û hwd. Çavk. :Zargotin »
Vêca gava kesekî Êzdî diçû ber ziyaretên van babçakên Êzdiyan, weke ku ew hingê çûbe ber mala Şêx Adî, ziyretiya wan wisa jî qebul dibû.
Qewlê me jî dibêje:
-Hecaco meçe bi ber hecê ve,
şimka ne qetîne di rê de,
heca te ewe, mala ku tû tê de“ *1
Dîsa li goriya ku ez ji vê şîrova li jorê û sebeqa Qewl fahm dikim, tu devereke ku Êzdiyên ji her herêmê û di wextekî de bi hevûdinê re herin lê bivine „hecî„ tûne buye. Çiqas ji berê û heta vêga hêjî gelek rê û rismên baweriya miletê Êzdî li GELİYÊ LALİŞÊ ku ciyê Xwedê nasîn û kirasguhastina Xwedê jê raziyê Şêx Adî ye, bêne parastin û pîrozkirin jî Geliyê Lalişê ne parizgeha Êzdî(Ezda) ya ye herî sereke buye.
Li goriya Êzdînasîna xwe dibêjim, çî gava em bikaribin bihevûdinê re li vê devera ku em niha lê dijîn(li ser kîjan axê dibe ferqî tûne) de, pîroziya Xwedayê bê şirîk, Milyaket, xwedanê merivên Xas, Qelender, Qencên Xwedê (pêxemberan) û çanda Ezdayetiyê biparêzin, qehir, kerb û kîna di dilê xwe de derxînen û bi hevûdinê re bi ruhekî mirovatiyê, mirazê pak û jiyaneke azad dest pê bikin, wê hingê ev devera ji me ra jî timî pîroz be û wê „heca„ me jî li vê deverê qebul bive. Ji xwe ez bawerim ku, lewma « Xwedê jê raziyê Şêx Adî ji Simayîlê xizmetkarê ber LALIŞA NÛRANÎ re gotiye :
Simayîl,
heke tû yê min bî û ku tû li Hind û Yemen bî jî, dîsa tû yê min î
heke tû ne yê min bî û ku tû li ber min bî jî, dîsa tû ne yê min î „*1
*Çavkanî :
1 – Kemal Tolan , Hevpeyvina bi Koçek Merwan Xelîl Xidir re – Nasandina Kevneşpên Êzdiyatiyê II, izmir 2022, -rûp.:99-107 –
Kemal Tolan- 05.06.11