Kur Bekera yek ji xas û bab çakên me Êzdîya dibite kurê Pîrê Alubekerî û aqda wî ya li Laliş’a Nuranî. Bnemala Cindîyê Lasoyî dibêjnê mala Cindîyê Muxtar niha li gundê Mamreşa akincîne xwe bi mcêwerên vî çakî dadinên û nîşanên wî yê li mala wan û çirayê wî vedêxin ji çîna mırîda ne.
Her wekî di bawerîya me Êzdîya da hizra xudawendan heta niha bi grîngî maye ev Kurbekra xudawendê nexweşî yên pîstî û êşa giran bîye û her priskek û kulkek yan nexweşîyeka pîstî li her mirovekî bihêt qesta ber nîşanên wî diken bo çareserîyê.
Ev mal salê sê cara smata Gur Bekra dirust diken belê du cara li Lalişa Nuranî û carekê li mal li gundî. Cara êkê li cejna Çilê Havînê li peristgeha Laliş smatê dirust diken û mirîd û xelkê li ber aqdê pişkdarî rê û resma dibin. Cara duyê dîsa li cejna Cemayê jî heman smatê berhevdiken û dikene xêr li ser xelkê dabeş diken û ew xelkê hazir pişkdardibin.
Û cara sê li mal gundîya xirvedikin piştî cejna Cmayê her çi heftîyeka hebît li Çirîya Êkê dikene danebî êk ji vê malê diçite ser cihekî bilind û sê cara bi dengekî bilind gazî diket “Subahî smata Kurbekra gelî gundîya” û ser daxazîya mcêwerî hêvarî hemî gundî li mala wan xirvedibin bitaybet kesanên olî û mcêwer û zanayên olî li deverê qesta mala mcêwerê Alubekra dikin û li wê derê xirvedibin û çendîn qewl û qesîda û serhatî û xizêmuka dibêjin û piştî nîva şevê smatê dikelînin û sibeyikê zû kiçên bukir qista vê malên dikin û smatê digêrin li ser gundîya û bo demê spêdê gundî û xelk li mala mcêwerê Kurbekra hazirdibin û pêkve smatê dixwin.
Ji ber pîrozîya vê smatê û her kesekî dil di xêrê heyî jmareka mala û xêrxwaza serbira diînne mala mcêwerî û dikene xêr digel smatê li mala mcêwerî.