سیما تیڤی

Mehdi Hesen Mirad: Sefer (Neqila) Nan û Nan û Masta bo Peristgeha Laliş

sema –  nêrîrn

Digel rê û resmên sefera qola sefera nan û masta li van her sê rojên piştî cejna Melk Zîn ewjî dest pê dikin. Her ji kevn da milletî dixastin xêr û xizmeta bigehînin mala Şêxadî û beşekî ji wê xêrê bigehînin xizmetkarên qol kêşa û xizmetkarên zeytê digvêşin. Belê ji ber ku li vî cerxê borî û niha jî rêjeka zor ji xelkê pişkdarî van rê û resma dibin û mala feqîrî û Babê Çawîş weku pêtvî neşên pêşwaziya hemu gunda bikin û pêra nagehen, di mawê sê roja da delîve di dene gundên Êzdiyan. Her gundekî bivêt li êkî Adara Rojhelatî û heta dumahîka Nîsanê xêra xo bigehînin dirust e. Lewa dibînin heroj gundek, du gund xêr û xêratên xo xirvediken û bo mala Şêxadî digehînin da nebe qerebalix û boşatî û hemu gund pişkdarî rê û resman dibin.

Xirvekirin û gehandna nan û mastî bivy rengî ye…

Feqîrekî mala Şêxadî berî hingî dihête raspardekirin, evê dibêjnê Qintarçî, bo gehandna berateka mala Şêxadî û agehdarkirina her gund û komelgeheka Êzdî lê akincî nan û mastî bigehîne mala Şêxadî. Piştî hemu xelik dihête agehdarkirin, micêwir rojekê destnîşan diket û bang det û gundî hemu xêra xo xirvediken, di dene  mala micêwrê gundî û roja dî subeykê zû bi rê dikevin û dihêne mala Şêxadî. Bo maweyê heyvekê gund bi gund dihêne ziyareta mala Şêxadî, dibêjnê Neqil yan Sefera Nan û Masta.

Êzdiyati di gelek qonaxa da derbaz buye û her qonaxekê bi rengekî kartêkirna xo di bîrubawerên Êzdiyatiyê da krine. Heger mirov berê xo bidet her cejn û helke fiteka olî dinava Êzdiyatiyê da, mirov li ser çend çafika hildibe wekî cejna Sersalê, cejna Cemayê û Bêlinda û …htd.

 Li vê sefera nan û mastî jî bo gehandina xêr û xêrata her maleka Êzdiyan bo nav mala Şêxadî li perestgeha Laliş, dê bînî li vê seferê sê roja sefera qola ji geliye Laleş xirvedken û dînne mala Şêxadî. Dîsa her li digel van roja sê roja çêkirna zeyta zeytûna bo hilkirna çira û ftîla dirust ken. Hindî înana sefera masita û xêr û xêratên milletî ye bo mala Şêxadî, da salê dwazde heyiv rizq û xêr yê zav bit li mala Şêxadî bo her kesê bête perestgehê li çi wextî bit xêr û bêr hebit û serberz vegeryt. Çi demê salê bit qedrê mêhvana li Laleş bigrin û millet hemu bi vê çendê serfiraz bin.

Dîsa millet dixwzin ew xêr bigehita ber destê wan xizmetkarên kar dikin li xêra kêşana qola û givaştina zeytûna ji ber ku di baweriya mirovê Êzdî ev xêr xêreka mezin e demê ev xizmetkar wê xêrê bixon.

Bi vî rengê li xwarê sefera masta li perestgeha Laleş dênne bi rêvebirn. piştî xirvekirna xêrê li her gundekî û micêwr û muxtar û şêx û pîr û kesayetiyên her gundekî digel wê xêra xirvekirîn û digehina Laleş, micêwr bi dengekî bilind sê jara bang diket: “Gelî xizmetkara, gelî Êzdiyan, werne pêşiya bizrê Şêxadî, hê hê hê!” Babê Çawîş dihête pêşiya wan. Her careka micêwr gazî diket, gavekê pêşve diçin, Babê Çawîş jî gavekê dihête pêş û bixêrhatna wan diket û dê bêjne wan: “Eve em hatîn, xizmet qebûl.” Û dê bi rê kevin. Tawa bixûrê û çiqiltû li pêşiya wanda digel def û şebaba û bi qewl û qesîda bi rê dikevin. Di kolana xêrê da dê berf dergehê mîr û dê çina dergehê qapiyê û nan û mastê xo dê gehînn xizînê û feqîr dê duayê li xêra wan ket. Gundî dê ziyaretî derçika Şêxadî û cihên pîroz bin û dê vegerrina meclîsê. Mala feqîrî zadekî berhevdken bo wan û pêkve daxon. Demê vedgerin her kes bo mala xo û kes û karên xo evên nehatîn, hndek ji nan û mastê morkirî ji Kaniya Spî digel xo dînne mal û dkena hêvên bo mastê xo nav malya xo û nan dibte simat.

Her bo zanîn, sefera nan û masta ne bes nan û masta ye, belkî nan û mast û zeyt û ar û savar in û birinc û şeker û çay û xoyî digel çend serbra û ftuyê gundî jî dînne.

><