سیما تیڤی

Dergehê nûkirina endametîya Bingehê Laliş hate dirêjkirin

Navenda Nûçeyan – Sema
îro pênc şembûyê 30-1-2025ê, Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî li Dihokê, kombûna xwe ya asayî encamda.

Kombûn bi serperştîya Seîd Cirdo, serokê bingehî û Dr. Seîd Xudêda, cîgirê serokê bingehî û endamên desteya bilind û berpirsên tayên Lalişê hate kirin.

Di tewerekî kombûnê da, qonaxên dawîyê yên berhevikirina Vîstevala Laliş ku bîryare li naverasita meha du ya îsale bête gêran hatine behiskirin.

Ji layekê dî ve, bîryarda hate dan dergehê nûkirina endametîya Bingehê Laliş li 1-2-2025 ta 1-3-2025 li tayî û nivîsîngehên Bingehê Laliş li hemû deverên Êzidîyan vekirî bimînt û bête dirêjkirin.

Paşan çend babetên dî yên grêdayî bi karûbarên navxoyî yên Bingehê Laliş ve hatine gengeşekirin.

><