سیما تیڤی

Serokê Bingehê Laliş: Ev gava Serok Barzanî gaveka gringe bo dahatûyekê geştir bo pêkhateyên Kurdistanê

Navenda Nûçeyan – Sema
Serokê Bingehê Lalish yê Rewşenbirî û Komelayetî dibêjit, bi hûrî û kûrahî dinêrime lêdwana dîrokî ya Serok Barzanî derbareyî bikaranîna peyva ‘pêkhateyan’ li cihê ‘kêmîneyan’, ev guhortine di ziman û derbirînê da, pitir ji guhortina peyvekê ye, eve guhortineka bingehî ye di dîtin û têgehiştina civakî û siyasî da.

Seîd Cirdo, Serokê Bingehê Lalish yê Rewşenbirî û Komelayetî li Dihokê bo Sema got: lêdwana dîrokî ya Serok Barzanî derbareyî bikaranîna peyva ‘pêkhateyan’ li cihê ‘kêmîneyan’ pitir ji guhortina peyvekê ye, eve guhortineka bingehî ye û ev peyve danpêdanê bi rolê dîrokî û bingehî yê hemû komên ayînî û neteweyî di drusitkirina nasnama Kurdistanê da diket, ku parçeka serekî û cudanebûy ne di rabirdû, niho û dahatûyê Kurdistanê da.

Cirdo gotjî: “Ev destewaje peyameka rûn heye bo nifşên dahatî li Kurdistanê, ku çi kom ‘kêmîne’ nînin, belkû hemû pişkekin ji pêkhata serekî ya civakî, ev yek jî dê kartêkrineka erênî li ser xwenasîn û bawerî bixwebûnê ya nifşên dahatî hebit.”

Serokê Bingehê Lalish amaje bi wê çendê da: ev gave dê bite egerê bihêzkirina pêkvejiyanê û têgehiştinê di navbera hemû pêkhateyan da, demê her komek hest bi wekhevî û rêzgirtinê biket, ewa civakekê saxlemtir û yekgirtîtir dê peyda bit.

Dibêjit jî: “Ev guhortine di zimanî da, dikarit bibite nimûneyek bo deverê û cîhanê di çewaniya mamelekrinê digel pirjiya civakî û ayînî, Kurdistan dikarit bibite nimûneyeka serkeftî ya pêkvejiyana aştiyane û rêzgirtina cudahiyan.”

Serokê Bingehê Lalish, pêşniyar jî diket ku ev guhortina zimanî bibite pişkek ji sîstemê perwerde û ragehandinê, pêdvîye em zarokên xwe fêrî wê yekê bikeyn ku pirjiya civakî û ayînî, kaniya dewlemendî û hêzê ye, ne ya lawaziyê, herwesa, pêdvîye ev dîtina nû rengvedana xwe di yasa û rêsayên Herêma Kurdistanê da hebit û pêdvîye hemû pêkhate bi wekhevî beşdariyê di biryardan û damezrawên hikûmî da biken.

Amaje bi wê yekê jî kir: ev gava Serok Barzanî, nîşana têgehiştineka kûr e ji gringiya yekrêzî û yekgirtina gelê Kurdistanê, eve destpêka rêkeka dirêje, lê gaveka gringe beref dahatûyekê geştir bo hemû pêkhateyên Kurdistanê.

><