سیما تیڤی

Berpirsê Liqê 17ê Partî: Take çareserî bicîanîna rêkeftina Şingalê ye

Sema

berpirsê liqê 17ê Partî ragihand; Partî dixwazit rewşa Şingal aram bit û xelk li kempan bi serfirazî vegerin deverên xwe, got jî: Take çareserî bicîanîna rêkeftina Şingalê ye.

Êvarîya îro 26ê Îlona 2024ê, di çarçoveya mijara pênc şema rewşenbîrî da li bingehê Laliş li Duhokê, bi beşdarîya komeka kesayetî, akademî û rewşenbîran, danûstandineka vekirî li dor “Rewşa Şingal berev kuve” bo Nazim Herkî, berpirsê liqê 17 yê Partî li Şingalê hat rêkxistin.

Nazim Herkî, berpirsê liqê Partî bas li rewşa Şingal berev kuve, nêrîna Partî çî ye û helwêstê deverê kir û diyar kir, ji encamê milmilanêya siyasî ewa li Şingal tê kirin xelkê bê guneh dibe qurbanî.

Herkî aşkira kir: Partîya Demokrat a Kurdistanê dixwazit rewşa Şingal aram bit û xelkê Şingalê li kempan bi serfirazî vegerin ser cî û warên xwe ve.

Navbirî bas li hêzên ne yasayî li wê deverê kir û got: Take çareserî bicîanîna rêkeftina Şingalê ye bo asayîkirina rewşa deverê.

Li ser vê mijarê amadebûyan bîr û boçûnên xwe pêşkêş kirin û ji alîyê berpirsê liqê ve hatin bersivdan.

Li gor bernameyek darêtî yê desteya binilda bingehê Lalişê li Duhokê, li hemû rojên pênc şemban mijareka girîng li dor rewşa Êzidîyan bo rewşenbîran tê li darxistin.

   

><