سیما تیڤی

Bingehê Laliş peyameka pîrozbahyê arasteyî Hoza Feqîran dike

Bi helkeftya cejna rojên Çilê Zivistanê, germtirîn pîrozbahrîn arasteyî hoza Feqîran û hemû çilegran û tevaya Êzdiyan li Kurdistanê û cîhanê dikin.
Hîvîdar în ji Xwedayê mezin cejneke xêr û xweşiyê bît û ev cejnê bike bingeh û binmayekê aştî û aramiyê ji tevaya pêkhateyên Kurdistanê.
Bi vê helkeftê hîvîdar în rewşa Şingalê aramî û seqamgîriyê bi xwe ve bibînît û awireyên li kampan bi serbilindî û serfîrazî vegerîne devera xwe û dawiyê bi jiyana awarebûnê bînin û revandiyan Êzdiyan derîne û rizgar bikin.
Carek din cejnê we pîroz bît û her sal bi xêr û xweşî cejnên xwe bikin. Kurdistanê her aram û avadar bît.
Desteyê bilind ya Bingaha Lalişê ya Ronakbîrî û Civakî / Dihok
25ê Kanûna Duyemîn 2025

><