Civîna Çarçoveya Hemahengiyê bi berheviya serok Mesud Barzanî bi rêve diçe.
Sema
Îro li 3_7_2024 serok Mesud Barzanî di seredaneka fermî de gehişte paytexta Îraqê, Bexdayê û bi hinek ji berpirsên bilnd ên Îraqî re civya ji wan ji serok wezîr Mihemed Şiyaa sudanî û serokê dadgeha bilnd a fîdralî ya Îraqê Faîq Zêdan.
Niha jî bi berheviya serok Mesud Barzanî civîna Çarçoveya Hemahengiyê li mala Emar hekîm serokê rewta (Al hikme) li Bexdayê dest pê kir, Ku di civînê de her yek ji Nûrî Malikî, Heyder Ebadî, Qeys Xez Elî, Emar Hekîm, Hadî Aamrî û çend kesatiyên din ên Îraqê berhev bûn.
Tê zanîn di civînê de çend mijarên girng yên girêdayî Îraq û Herêma Kurdistanê di êne nîqaş kirin ji wan jî pirsa şandina petrolê û pirsa şingal û çend pirsên din ên girng.