سیما تیڤی

Babê Şêx cejna Xidir liyas li Êzidyan pîrozî dike

Bi helkefta hatina cejna Xidir Îlyas, ku dikeve roja Pêncşemê ya 20ê Sibata 2025an, Babê Şêx, Şêx Elî Şêx Îlyas, germtirîn pîrozbahî û şahiyên xwe pêşkêşî hemû Êzidiyên Kûrdistanê ,Îraqê û li seranserê cîhanê dike.

Di vê boneya pîroz de ji Xwedayê mezin dixwaze ku vê cejnê li ser hemûyan bi xêr û bêr bike, û ku Êzidî û mirovayetî bi ewlehî, aramî û pêşketin bijîn. Hêvî dike ku ev cejn bibe qonaxek ji bo berdewam kirina rêka tore û bingehên kûr ên ola me ya kevnar, çawa ku di nav demê re bûye û her wisa dê bimîne.

Semaheta Babê Şêx
Şêx Elî Şêx Îlyas
19ê Sibata 2025an

><