Sema
Serokê hikumeta herêma Kurdistanê û serok wezîrê berê yê Tirkiya, pêşveçûna peywendiyên navbera Tirkiya û herêma Kurdistanê û rewşa dawî ya giştî ya Iraqê û deverê gengeşe kirin.
Îro yekşembûyê 24ê teşrîna 2024ê, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta herêma Kurdistanê, pêşwazî li Ehmed Dawud Oglu, serokê partiya dahatî û serok wezîrê berê yê Tirkiya kir.
Di kombûnê da Erman Topçu, konsulê giştî yê Tirkiya amade bû, pêşveçûna peywendiyên Tirkiya û herêma Kurdistanê û rewşa dawî ya giştî ya Iraqê û deverê hate gengeşekirin.
Serokê partiya dahatî, amaje bi girîngiya pêgeha herêma Kurdistanê kir û tekîd li ser bihêzkirina peywendiyên Tirkiya digel herêma Kurdistanê kir.
Ji aliyê xwe ve serokê hikumeta herêma Kurdistanê xwasta xwe bo pêşvebirina peywendiyan digel Komara Tirkiya di warên corawcor da dupatekir.