سیما تیڤی

Zêdetirî 100 hezar kesan pişkdarî rêûresmên cejna cemayê bûn

Sema

duhî roja êkşembûyê 13ê tişrîna êkê, rêûresmên cejna cemayê di keşekê aram da û bi hîç kêşeyek rûbidet li perestgeha Lalişê bi dawî bûn.

Luqman Silêman, berpirsê ragihandina perestgeha Lalişê bo Sema ragihand, îsale rêûresmên cejna cemayê cuda ji salên borî bi şêweyekî pitir yê rêkxistî û rêk û pêk bo mawê heft rojan bê hîç core kêşeyek rûbidet li perestgeha Lalişê hatine gêran.

Ragihand jî: Tiştê herî balkêş di cejna cemayê da xelkekê zor ji Êzidiyên ji derveyî welatî bi cilûbergên resenên Êzidiyatiyê seredana Lalişê kirin bo pişkdarîkirnê di rêûresmên olî da.

Got jî: Îsale zêdetirî 100 hezar Êzidiyan li seranserî cîhanê pişkdarî li rêûresmên cejna cemayê da kirin.

Rêûresmên cejna cemayê li 6-13/10/2024ê bi amadebûna mîrê Êzdiyan û babê şêx û civata rûhanî û xelkekê zor li perestgeha Lalişê dest pê diken û bo maweyê heft rojan berdewam dibin.

><