سیما تیڤی

danustandineka vekirî li dor koçberiya Êzdiyan bi rêveçû

Sema
Êvariya îro pênc şembûyê 31ê Teşrîna Êkê 2024ê, li baregayê bingeha Lalişê li Duhokê danustandin li dor koçberiya Êzdiyan û pêkhatên din eger û çareserî hate kirin.

Di çarçovêk pênc şema rêwşenbîrî da û bi amadebûna hejmareka akademî û kesayetî û rêwşenbîran, bingeha Lalişê li Duhokê danustandineka vekiri li dor (koçberiya Êzdiyan û pêkhatên din eger û çareserî) bo Cewher Silêman, rawêjkarê berê yê civata rûhaniya Êzdiyan rêkxist.

Rawêjkarê berê yê civata rûhaniya Êzdiyan bas li qonaxên koçberiya navxoyî û dereke ya Êzdiyan kir û diyarkir, koçberî girêdayê bi mana û nemana keltûr û dîrokê û hebûna Êzdiyan, çi li vêderê yanê li derveyî welatî be.

Cewher Silêman, cexht li karîgeriyên koçberiyê li ser Êzdiyan kir û got: Jiyan bi zehmet e bo her kesekî koçber welatekî din be, rengê dab û nerîtên xwe yên olî û civakî ji dest bide.

Îşaret bi wê çendê da Êzdî li derveyê pêdvî bi lobiyekê hene daku pirtir bikarin qeysê jenosîdê bigêhînin welatên cîhanê.

Paşan dergehê danustandinê hate vekirin û amadebûyî çend pirsyar arasteyî kirin û bersiv li ser hemûyan hate dan.

Li hemû rojên pênc şembûyan danustandineka vekiri ji aliyê bingeha Lalişê bo rêwşenbîran li dor mijara girîng ya Êzdiyan tê li darxistin.

Di vê çalakiyê da tewêrên girîng tên gotûbêjkirin û bîr û boçûn û pêşniyarên kesayetî û rêwşenbîran li ber çav tên wergirtin.

><