Sema
Cûdahiya navbera Geliyê Xana Ezda (warê Ziyaretgeh û Gorên Pîr Mend û Pîr Sam) û Xana Êzî ya Lalişê
Lêkolîner: Kemal Tolan (K.T)
Lêkolîn û Nirxandina Sererastkirî ligel Têbînî û Keda Birêz Wasfî Xana Êzdî Hekarî (Wasfî Ak)
- Pêşgotin û Armanca Vê Gotarê
Ev gotar ji bo sererastkirina şaşîtî û tevliheviyeke mezin a dîrokî û erdnîgarî hate amadekirin. Lêkolîner, akademîsyen û ciwanên ku tenê ji ser maseyê an ji dûr ve çavkaniyên klasîk dixwînin, gelek caran ji ber hevdilî an nêzikiya peyvan dikevin şaşîtiyeke mezin û ‘Xana Êzî’ ya Lalişê û ‘Geliyê Xana Ezda’ tevlihev dikin an yek dihesibînin. Di vê xebatê de, bi sûdwergirtina ji lêkolînên qadê (fieldwork), tespîtên erdnîgarî û hevkariya birêz Wasfî Xana Êzdî Hekarî (Wasfî Ak), ev cûdahî bi delîlên teqez têne zelalkirin.
- Cûdakirina Sê Navendên Dîrokî (Laliş, Hekarî, Geliyê Xana Ezda)
- Xana Êzî ya Lalişê (Şêxan / Badînan)
Avahî û odeyeke pîroz e di nav kompleksa Perestgeha Lalişê de. Ava kaniyên pîroz di vê xanê re derbasî geliyê Lalişê dibe. Li ber dergehê Lalişê nîşanga Pîr Mend û kolana Şêx Mend heye. Akademîsyenên ku neçûne ser erdê, dema di nivîsan de navê ‘Xana Êzî’ dibînin, yekser hişê wan diçe ser vê odeya Lalişê.
- Xana Ezda (Hekarî – Colemêrg / Serhed)
Herêm û navçeyeke dîrokî û kevneşopî ye li herêma Hekariya Jorîn (ku di pirtûk û lêkolînên Wasfî Xana Êzdî Hekarî de hate belgekirin). Lêkolîner Kemal Tolan di meha Cotmeha 2026an de serdana vê herêma pîroz kir û bi çavên xwe dît. Ev der wekî ‘Xana sê gundan’ tê naskirin û xwedî dîrokeke kûr a fermanan, berxwedanê û cîhwarên kevnar e (wekî Xilwetxaneya Medan û Gundê Sêavê).
Hêja ye ku em zanyariyên girîng ên birêz Wasfî Xana Êzdî Hekarî li vir bi cih bikin:
«Li herêma Xana Ezda gorên heft Pîrên Êzdî li rêzecihên cuda, cuda bi nav û nîşan kifşin û her yek jî yê hoz û êlateke Ezdiyane. Kevneşopên binemala Mîrê Êzdîxanê û herweha milk, bermayî, berhem û şûnwarên wana yên serdemê Mîrnişîna Hekariyan a pişta Kelata (Keleh) Navendî ya Colemêrgê ya serdemê Împaratora Eyûbiyan kifşe û di tomariyên fermîde jî sernavê paşmayiyên vê binemala kevnare. Dîsa li Navenda Xana Ezda û gund û warên herêma Owxana kevnar kevneşopiyên binemala Mîran û gelek hoz û êlatên Êzdiyan wekî Xoran, Bilikan, Birîman, Omeran Nisiran Cemaldînan, Mihîrkan, Reşan Miqurkan hene. Ji ber wê jî min di berhemên xwe de pir caran gotiye, Hekarî Navenda Êzdîxanêye û herêma Xana Ezdayî Pîrozwareke Xalötaniyê ye.»
- Geliyê Xana Ezda (Warê Ziyaretgeh û Gorên Pîr Mend û Pîr Sam)
Wekî ku Kemal Tolan bixwe bi rêwîtiya xwe ya bo wî gelî dît û belge kir, Geliyê Xana Ezda geliyekî pîroz û serbixwe ye ku ziyaretgeha Pîr Mend û Pîr Sam û gorên wan di nav de ne. Ev der ne ew ode an avahiya hewşa Lalişê ye! Mîmara wê ya kevneşopî ji kevrên neçêkirî ye, xwedî pêlekanên kevrîn e ber bi derî/pencereya hesinî ya bi nexş û qevsên metalî ve diçe, û di nav şînahiyeke çir a darên gûzê û deviyên çolê yên bi fêkiyên sor de hatiye pêçan. Li ser darên ber ziyaretgehê, pirtik û desmalên rengîn ên mirazan (rîtuela pîroz a girêdana xwestekan) hatine daliqandin, ku ev nîşana zindîbûna rîtuel û baweriya xelkê ye.
- Serpehatiya Dergehê Qedîm ê Pîr Mend (Muzeya Wanê)
Di hevpeyvîn û lêkolînên qadê de, çîroka dergehê resen ê Pîr Mend bi vî rengî tê belgekirin:
• Dergehekî darî ê pir qedîm li ser ziyaretxanê hebû ku wêneya Rojê, Hîvê û Stêrkan li ser neqşandî bû.
• Piştî valakirina gundan di salên 1950–1980yan de, hinek xêrnexwazan hatine ew dergeh dizine. Lê ji ber tirsa keramet û xudandariya Pîr Mend, nekarîne zirarê bidinê an dergehê beşêrin. Ji tirsa anîne li beramberî ziyaretgehê li ser latê daliqandine.
• Ew dergeh di nav koçberiya dawiyê de hatiye parastin û piştî valakirina gundan çûye Muzeya Wanê, ku niha di Muzeya Wanê de bi awayekî fermî tê parastin.
- Qendahar (Muradiye/Wan) û Deşta Mehendê
Şaşiyeke din a nivîskar û akademîsyenan tevlihevkirina Qendaharê ye. Qendahara pîroz a di kevneşopiya Êzdiyan de, ne bajarê Kandahar ê Efganistanê ye; lê belê beşa başûr û başûrê rojhilat ê navçeya Muradiyê (Bergirî / Wan) ye ku berê jê re KANDAHAR dihat gotin. Li heman herêma Serhedê Deşta Mehendê û eşîra Mendikî (Mendikan) heye, ku bi Pîr Mendî re rasterast peywendîdar in.
- Encam
Gava em delîlên erdê, şahidiya zendî ya Kemal Tolan û xebatên Wasfî Xana Êzdî Hekarî tînin holê, êdî xeta geş û zelal di navbera Xana Êzî ya Lalişê, Xana Ezda ya Hekariyê û Geliyê Xana Ezda ya Pîr Mend de ava dibe. Parastina van xalan ji bo nifşên nû erkeke pîroz a neteweyî û olî ye.
Nivîskar Kemal Tolan
