Sema- Dihok:
6/6/2024
Di çarçoveiya pêncşema rewşenbiyrî û fikrî da, Li navenda laliş li bajarê dihokê Dan û sitandineka vekirî li dor( Hebuna baweriyê li pişt çêbuna dewletê) Bi rêve çû.
Li roja pêncşemê 6/6/2024, û bi amadebûna hejmareka kesayetî û Ekademîk, Siyasî û rewşenbîra, Dan û sitandineka vekirî li dor ( Hebuna baweriyê li pişt çêbuna dewletê) Ji bo D. Rênas cano, Mamostaiyê zanîngeha Dihok hate rêk xistin.
D. Rênas cano behis li rêiyên avakirna baweriyê û têgeh, û sitûnên wê ji bo çêbuna dewletê kir.Herwesan tekez li rûmet û yekbûna navxweiy û bawerî bi doza Kurdan kir.
Li dawiyê deriyê diyalogê hate vekirin û hemû pêşniyaz û têbînî li ber çav hatine girtin û bersiva pirsên amedebuiyan hate Dan.
Tê zanîn Ev çalakî her pêncşem ji aliyê navenda laliş vê tête rêk xistin li dor mijareka giring.