سیما تیڤی

Êzidî berhevîyên Cejna Cemayê dikin

Sema

bi nêzîkbûna cejna cemayê ku rêûresmên li destpêka meha oktoberê dest pê dikin, li peristgeha Laliş berhevî bo pêşwazîkirina bi hezaran ziyaretkeran dêne kirin.

Bi biryara civata ruhanî ya bilinda Êzdiyan, îsale rêûresmên cejna cemayê li peristgeha Laliş dê êne gêran.

Îro êk shembûyê, 22ê îlona 2024ê, Luqman Slêman, berprisê ragihandina peristgeha Laliş bo Sema dibêjit: Bo amadekaryên baştir, dê kombûneka girîng li êkê meha oktobera bêt ête encamdan, li vê kombûnê da dê oldar û kesayetîyên Êzdî û nûnerên dezgehên hikûmî beşdarbin, dê mîkanîzmên pêşwazîkirina seredankeran û pêrabûnên cejnê li ser astên bilind êne berçavkirin û aşkirakirin.

Luqman Slêman dibêjit: Li rêkkeftî 6/10-13/2024 rêûresmên cejnê bi pişkdarîya bi hezaran Êzdiyan li welat û ji derveyî welatî dê dest pê ken û bo mawê heftîyekê berdewam bin.

Her bi helkefta cejna cemayê bo mawê heftîyekê bo fermanberên Êzdî li dam û dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê dê bênvedana fermî bit.

Cejna cemayê dibite dirêjtirîn cejna Êzdiyan, peywendî bi siruştî ve hebûye, rêûresmên evê cejnê grêdayne bi destpêka dîroka Êzdiyatîyê û serdemê xudawendan.

Ji rêûresmên here diyar di vê cejnê da qurbanîkirina (ga)yî ye ewjî ji bo xudawendê rojê (Şêşim / Şêşims)e ku di Êzdiyatîyê da mezintirîn xudawende.

><