Sema
peyivdara fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê ragihand, pêdivî ye Hikûmeta Iraqê sînorên xwe yên bi Sûriyê ve qayîm bike.
Vîyan Dexîl, peyivdara fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê ragihand: Tirsek heye ku senaryoya Helebê li Iraqê careke din were jiyîn, lewre pêdivî ye Hikûmeta Iraqê sînorên xwe yên bi Sûriyê ve qayîm bike.
Herwiha got, pêdivî ye li ser Hikûmeta Iraqê ku rê nede komên çekdar derbazî axa wê bibin û senaryoya sala 2014ê careke din were dubarekirin.
Di demeke sê rojan de çekdarên opozisyona Îslamî li bakurê Sûriyê êrîşî rejîma Esed dikin û di 8 salên borî de ev cara yekemîn e ku opozîsyon şarîtek wekî Helebê û gundên dorûberê ji dest rejîmê derdixe.
Wezareta Berevanya Iraqê jî ragihandiye ku sînorê di navbera Iraqê û Sûriyê de hatiye parastin û amadekariyên xwe ji bo her bernameya rûbirûbûnê kiriye.