سیما تیڤی

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im jinên Kurdistanê berdewam berevaniyê ji mafên xwe bikin

Navenda Nûçeyan – Sema
Mesrûr Barzanî, cîgirê serokê PDK îro bi boneyê 72 saliya damezrandina Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîrozbahî li sekreter û endamên deftera sekreteryatê û hemû jinên Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê û pêşketina berdewam ji wan xwest.

Mesrûr Barzanî eşkere kir, jinên Kurdistanê dîrokek tijî serfirazî û karîgeriyeke diyar di şoreş û xebata rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de hebû, dibistaneke bû ji bo perwerdekirin û mezinkirina gelek jinên sereke û bi lêhatî. Hêvî dike jinên Kurdistanê di xebat û karê xwe de ji bo parastina maf û destketên gelê Kurdistanê berdewam bin û serkeftî bin.

><