Mesrûr Barzani: Mafên Êzîdiyan Rewa ne, û Hikûmeta me dê Piştgiriya wan Bidomîne
Sema
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani bi helkefita cejna “Cemayê” peyamek pîrozbahiyê ji hemû endamên civaka Êzîdî li Kurdistan û li çaraliyê cîhanê re şand.
Di peyama xiwe de, Mesrûr Barzani pîrozbahiyên xiwe yên germ û daxwazên xiwe yên herî baş ji Êzîdiyan re anî ziman, hêvî kir ku hemû rojên wan bi xêr, bereket û tijî xiweşî bin.
Serokwezîr pabendbûna Herêmê ya li kêleka civaka Êzîdî dubare kir, û tekez kir ku: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê her gav piştgirê mafên rewa yên hemû xiwişk û birayên me yên Êzîdî bûye û dimîne.”
Mesrûr Barzani peyama xwe bi pîrozbahiyên xwe ji bo kesên ku cejnê pîroz dikin, û ji bo hemû Êzîdiyan li Kurdistan û li çaraliyê cîhanê ewlehî û serfiraziya berdewam xwest.