Babê Şêx yan Ixtiyarê Mergehê Şêxê Mergeha Lalişê yê Êzdiyan giştaye, cihê wî şik ciyê mal mezna Êzdiyaye, Êzdî dibêjin ciyê delîla, êkem îxtiyar Şêx Fexrê Adiyan bû li ser sicatê rûniştî. Divêt Babê Şêx ji Şêxên Şemsanî ye bit (Şêxên Şêx Fexra), demê kesekî Êzdî bivêt bite qewl bêj divêt destûriyê ji Babê Şêx wergirt. Babê Şêx û xilmetkar û xwebexşên şikestên dînî çil rojiyan digirin çilê havînê û çilê zivistanê demê bo mawê 20 sala bi rojî dibin dibêjnê çilegrêt Şêxadî (çile gir), rojêt çilê havînê û zivistanê bitnê ferzin li ser Babê Şêx. Behra bitir ji rojiyan Êzdî lê dikene îd bitnê jibilî roja çarşembûyê, bi şev dê rabit paşîvê xwit û duayê ket û bi roj berî nîvro hindek dê lê kene îd, dê beratê li bergirin piştî beratê dê xwarinê (fravînê) xwit, dibêjna vê rê û resmê îdkirina Babê Şêx (Çona ser Çileyî). Êzdî dibêjin çilê Şêxadî ye, Babê Şêx şûna Şêxadî çileyî digirt, her sal Şêxadî di çilexane Lalişê da çilê zivistanê û çilê havînê rojî digirtin, rojî bi êk mêwîjê dixwar.