Mixabin ji xeynî van herdû lêkolînan û vê zargotina me, zêde dokument û nivîsên li ser dîroka eşîra Xendeqiyan di dest min de tûnin.
Tiştê ku ez dizanim, nivîskarê rêzdar kekê Wasfî Ak, di danesîna „Fermanêrîşên li ser Xana Ezdaya Hekariyan „ de dibêje, „ Di serdemên pêşî de tuxûbên Hekariyê, ji Goma Wanê û Goma Ûrmiyê heta Robarê Mûsilê bû. Hekarî du beş bû, Hekaryana jorîn û Hekaryana jêrîn. Van êlên kurd li hember dagirkeran şer kirine. Li binê quntêra Çiyayê Gareyî li binê Tirbê Botan û her weha li rojhilatê Gundê Gûzerewş Tiyê, Xendekê heye. Hin gotin li ser wê jî hene, dibêjin êlata Xendekiyan li wî tîrmilî ji bo ku Gumbeta Pîr Mendê Geliyê Xanê ji êrîşên Dagirkeran bi parêzin xendek kolandine.“*1
Birayê min Hiseyîn Tolan yê 83 salî jî dibêje, rahmetiyê xalê min Mecîd digot, pêşiyên bavikên me Xendeqiyên li gundê Şimzê tev ji hêla Qersê hatine û em ji êla “Reşan-Reşî ”Reşa ne.
Ez bawerim, ev zanînên pismamê min nivîskar Cevdet Tuku jî dibêje, “Berî ya ku Êzîdî biçin Almanyayê, ew li gelek herêmên Êzîdîyan belav bûne, milek ji eşîra Reşîyan yên Êzîdî koҫî Şengalê bûne, ew bi piranî li gundê Gobelê dimînin.
Ji Êzîdîyên eşîra Reşîyan niha heft bav hene:
Mala Mendê (Ew li Ermenîstanê ne yên din li Şengalê dimînin)
Mala Kalî
Mala Kadirî
Mala Mam Reşa
Mala Havinda
Mala Hesena
Mala Hemga
Li Dora 1000 kesan ji eşîra Reşîya li Şengalê û Ermenîstanê jî hene. Reşî pêşîya 200 salan koҫî Şengalê bûne, ewilî ҫûne gundê Bazil û Sofîyayê, ev der nêzî bajarê Mûsûlê, dûre derbasî Şengalê bûne.
Şerefxan gotina ‘‘Re‘s el –Qule’’ jî ji bo navê Hesenkêfê bi kar tîne, dibêje niha bi navê Hesenkêfê tê naskirin.192 Cîhê pirsê ye, gelo gotina ‘‘Qela Reşa’’ ji ku derê tê ?193 Navê xwe gelo ji eşîra Reşa girtiye?
Eşîra Reşîya û Becnewîya di dîroka Hesenkêfê de, di dema Xanedanên Eyyûbî û Merwanîyan de li Hesenkêfê roleke mezin lîstine û bi hêz bûne. Becnewî gelek kevin in, dewra wan diҫe sedsala yazdehan, dîroka vê eşîra Becnewî zêdeyî hezar salan kevn e. Eşîra Becnewî eşîreke mezin e, Şerefxan dibêje, li Finîkê jî ev eşîr heye (Şerefxan R. 188). Finîk nêzî Hêsenkêfê ye.”*2.77-79
vê danasîna ku kekê Wasfî Ak kiriye û zargotina birayê min Hiseyin Tolan gotî tamamdike?
Ez ê spasdarê we bim ku, hûn jî zanînên xwe yên li ser vê mijara dîroka eşîra Xenedeqî-yan di vir de parvebikin anjî ji min ra bişînin!
Çavkanî:
– Wasfî Ak, JI SERDEMÊ DÎROKA PÊŞÎ HETA ROJA ME, 174 FERMANÊRÎŞÊN LI SER PEYREWÊN
– Cevdet Tuku, Rastiya Tawûsê Melek û Çend Rastiyên Êzdiyatiyê 2022 –izmir –Weşanên NA