Bi helkefta (11/25) roja berhengaribûna tund û tîjîyê dijî afretê li cihanê, serê rêz û newazşe diçemînîn bo wan deyk û xûşkên Êzidî evên êxsîr ketine destê Daîş û kirîn û frotin bi wan hatî kirin û karên hovane derhekê wan hatîn encam dan livî serdemê pêşkeftî, ku cîhan hemû pêkve ye mjûl û hizra hindê dikin ka çawa berhengari nemana tundutîjîyê bin bo azadî û aştîxwazîya afretê, lê cîyê daxêye li welatê me kirîn û frotin bi kiç û jin û bûk û deykên me dête kirin, her çende afret li rojhelata navîn bi rengekê giştî hatîye çewsandin û tepeserkirin û heta radekî kar dête kirin bo nemana vê tundutîjîyê û bi mafê xwe şad bit, lê jina Êzidî bê omêd bûye li van helkefta û gotgotka û neteweyên êkgirtî û cîhana pêşkeftî û rêkxrawên civakê sîvîl û derewên berpirsa û parta û hikumeta ku girentîya azadîya jina Êzidî hebit, jiberku heta vê rojê kirîn û frotin bi kiç û deykên me dêne kirin û ev cîhana berhengaribûna tundutîjîyê bê denge hemû dker û laln, dê çawa careka dî bawerîya wan livê cîhanê êt jiber îslama tund li rojhelata navîn bijît. Nexasme serhildana çend part û layenên sîyasî taybet li Îraqê û Kurdistanê mîna parta Dewa û Komela Îslamî, bêşk tirsa Êzidîya zêdebûye ji van partên desthilat mîna parta Dewa li Îraqê û drustkirina Heşda Şebî ku çû cudahî dinavbera wê û Daîş da ninn tenha mezheb êk sunneye û êk şîeye nho hukmî li Îraqê dikin û desthilat bi temamî keftîye destên wan û lidûv yasayên şerîeta şîî û Qum û Tehran teşrîa yasayê l iperlemanê Îraqê dikin taybet berî çend roja pirojek yê amadekirî li perlemanê Îraqê bo şûdan û markirina kiçên temen (9) salî û em yê li wê bawerîyê dê berdevam liser vê rêbaza şîî karken û zêdegavî dê hebin liser afretê û libin perda ayînî dê mafê afretê ête pêşîlkirin û tepeserkirin, jiberku partên ayînî yê hukmî dikin. Her çende livan salên borî piştî ruxandina rijêma gorbego drêya rêkxrawên civakê sîvîl û partên ilmanî li Îraqê û Kurdistanê pêngavên baş hatine havêtin bo rêzgirtina mafê afretê, lê cîyê daxêye parta îslamî ya Dewa li Îraqê carek dî keftîye bin bandora Îranê û bîrubawerên xwe sepandine lsier milletê Îraqê bgiştî, bi dîtina kiça Êzidî eger afret li Îraqê û Kurdistanê azad bit jilayê mafê xwe û berhengari tund û tîjîyê nebit, her jina Êzidî tirsa ferman û hatina Daîş lipê navekê dî heye û dê hebit, evca pitirîya jna Êzidî dxwazit li Ewropa bijît hem ji îslama tundrew dê rizgar bit û dur keft hem dê bi mafê xwe şad bit û dê ji tund û tîjîya zelamî jî rizgarbit.