سیما تیڤی

Rênas Dnayî:Êzidî û Perlemanê Kurdistanê

Jiber ku Êzidî beşekî resenê gelê Kurdistanê bûyîne û hebûna nûnerekî Êzidî l Perlemanê Kurdistanê grîngîya xwe heye d’evê qonaxê da jiber ku dakokkirin l mafê Êzdîyan û geştirkrina rewşa wan pêdvîye hemû pêkve qesta ser sindoqên dengdanê biken û dengê xwe bidene lîsta Aramî û Avedanîyê û lîsta Serok Barzanî lîsta xwîna şehîdên qehreman lîsta 190.
Bê guman dengdana b evê lîstê encamên wê çendê ne ku civakê Êzidî d evê qonaxê da bedîlê Partî û Serok Barzanî nebûye û nabît û hemû demekî palpişt û piştevana Êzdîyan yê serekî bûyîne û her dê mînin xemxorê evî civakî.
Her demekî dîyardbît ku Kurdistan cihê pêkvejîyanê ye wî demî civakê Êzidî xwe bextewar û aram dbînê û dzane na hête piştguh havêtin, lewma hebûna nûnerekî Êzidî d Perlemanê Kurdistanê da tayîbetmendîya xwe ya grîng heye û hemû civakê Êzidî pê serferaz dbît.
Hîvîydarîn xelkê me yê şerefmend j hemû deverên Êzdîxanê l rewşa berbijêra xwe ya Êzidî bixudan derkevin û bidengê xwe piştevankîyê lê biken û bila dengê hemûyan bo berbijêra jmare 48 (Wişyan Xedîda Omo) bît daku bbîte nûnera wan l nav lîsta Partî Demokratî Kurdistan 190 da û herweha civakê Êzidî jî bbîte beşek j serkevtina evê lîstê.

><