سیما تیڤی

Rênmayên nû bo cejna Cemaê hatine dan

  Navenda Nûçeyan – Sema

Bi helkefta hatina cejna Cemaê ya pîroz, Civata Rohenî ya Bilind ya Êzdiyan, komeka rênmayiyên nû û girng bo ziyaretkaran derêxistin.

Li dûv ragehandina nivîsingeha Civata Ruhenî ya Bilind ya Êzdiyan, bi helkefita hatina cejna Cemaê ya pîroz, Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan li Kurdistan, Iraqê

cîhanê û Serokê Civata Ruhenî ya Bilind ya Êzdiyan germtirîn pîrozbahiyan rabery hemû Êzdiyan li welat û ji derveyî welatî diket.

Mîrê Êzdiyan hîvîxwaz e hemû revandiyên Êzdî bi saxî û silametî vegerine nav xêzanên xiwe û awareyên Êzdî bi serblindî vegerne deverên xiwe li Şingalê, û aramî û seqamgîrî li deverên me û tevaya welatî berqrar bibit.

Her bi helkefta cejna Cemaê ko l heftiya bêt rêwresmên wê dê dest pê bken, komeka rênmayan bo îsale hatine dan u b vê şêwê l xwarê ne:

Êk: Parastina pîroziya perstgehê û rêwresmên olî bi rêya li ber xokirna cilkên keleporî yên Êzdiyan yan cilkên guncayî

bo rêzgrtn li pîroziya perstgeha Laliş û cejna Cemaê.

Do: Înana bilindgoyan aramiya cihî têk diden û di bine egerê bêzarkrtnê li perstgehê lewran qedexe ye.

Sê: Înana vexwarnên kihulî bi hemû coran ve bo nav perstgehê qedexe ye, herwesa bi tundî înana nergîlê û yariyên qumarê û tiştên dî li nav perstgehê qedexe ne.

Çar: Parastna aramî u seqamgîriyê, bi taybetî li demê encamdana rêwresmên olî, ji bo desteberkrna bi rêveçona rêwresman bi baştrîn şêwe.

Pênc: Hemahangî û hevkarî li gel dezgehên (emnî) li perstgehê û tîmên saxlemiyê ewen şev û roj xizmetê diken ji bo aramî u silametiya ziyaretkaran.

Şeş: Parastna paqjiya perstgehê û havêtna gilêşî li cihên terxankrî bo vê çendê, û hevkarîkirina xilmetkaran ewên erkê paqjkirinê diken di tevaya rojên cejnê da.

Salane rêwresmên cejna Cemaê li 6y meha 10 dest pê diken û heta 13y mehê berdewam dibn.

><