سیما تیڤی

Gohar Mamo: ROLA ÎNTÊGRASÎONÊ BO KURDAN

Ji bo em bizanibin rola întêgirasîonê ji bo me kurdan çîye, em hevek xwe bidin naskirin- întêgrasîon çîye.
Peyva întêgrasîon ji peyva Latînî INTEGRATIO tê, weta ya wî jî nujenkirin e, jîyan nû kirin e. Întêgrasîon ev prozêseke dirêje, dirêjaya wî jî girêdayî serkeftina civak û şexsîata ne. Bingeha întêgirêbûnê bi kanonî- dibê her civakan de mafên mirova wekhev be. Ev fikir ji bo piranî kurdên me xerîbe, hingî ji jîyana bindestî de gelek komplêksên miletê me heye. Gelek kurdên me ji întêgirêbûna ditirsin, hingî nav fikirên wan- ew beşek ji asîmîle kirine. Heya zarokên xwe jî dûrî miletên Auropa digirin. Dagirkerên me gelek caran sîaseta asîmîle kirina miletê me ajotinê ser kurdên me, gelek caran jî serkeftî bûye, lema jî miletê me ji întêgirêbûna xwe sil dibe.

Ev derfeta întêgrasîonê ji bo hezaran pinaberan bû rêya serkeftina mezin, usa jî ji bo zarokên wan bo nav zaningehan de cîh bigiri

Sala 1950an despêkirî huqumeta Almanîa, hingî hewciya karkeran bûn, biryar dan ji dewletên derva karkeran bînin, lema piştî şerê cihanê dudan mêr pir kêm mabûn. Taybwtî ji dewletên Îspanîa, Îtalî, Hûnanîstan. Sala 1060an karkera ji Turkîa anîn, hingê ew bo mûçe yên kêm jî amade bûn. Sal bi sal hejmara wan bi hezaran zêde dibû. Ji bo mayîna wan karkeran li Almanîa heqê mayîna wedelû derxistin- Aufenthalt. Almana wan karkerên mêvan re navê Gastarbeiter dan, paşê jî kirin Arbeitsmigranten, yanî karkerên pinaber. Roj bi roj pinabera zêde dibûn, lê zsa jî navbera alman û pinaberan pirsgirêka çêdibûn. Hêdî- hêdî hewciya kanonên nû bo pinaberan derketine holê, taybetî ji bo wan kesan, yên ku heqê mayîna salên dirêj dixwestin. Ev jî bû sedema avakirina projê û kanonên nû ji bo nûjenkirina civaka li Almanîa- pirojêyên intêgrasîna wan karkeran, bo bi zanistîya zimanê almana ev netewa jî nav kanonên Almanîa bijîn, kêşe yên mezin bo almana çênekin.

Ev salên dawîn gelek Fêdêrasîona, Komalên me kurdan avakirine. Dema kar û xebatên mezin hatiye

Xalên întêgrasîonê bo karker- pinaberan herî girîng- fêrbûna zimanê almanî û kanonên wan, naskirina dîroka wan bû. Ji bo piraniya pinaberan ev întêgrasîon pir zehmet bû, hingî geleka li welatên xwe de qet neçûbûn dibistana. Usa jî bo Mamosta yên almana jî zehmet bû, hingî mêntalîtêya wan tev pinaberan pir cûda bû. Ev derfeta întêgrasîonê ji bo hezaran pinaberan bû rêya serkeftina mezin, usa jî ji bo zarokên wan bo nav zaningehan de cîh bigirin. Taybetî ji bo kurdên me bû çareserî bo xwendina bilind bistînin, bi karên baş piştgirya malbatên xwe li welêt bikin. Ev pirojêyên bo întêgrasîona pinaberan hemî dewletên Auropa de belav bû, lema jî hezaran netewa, taybetî yên bindest û nav şerên dewletên xwe revîn dîaspora, taybetî Auropa. Her çiqas jî civaka me kurdan ji hemî perçên Kurdistana me dereng hatin, lê îro serkeftina kurdên me xwendavan eşkereye, nav me gelek huqûknas, bijîşk, pêdagog, endezîyara, sîasetmedara nav partîa yên Auropa, şêwakar, hunermendên navûdeng li dîaspora de hene. Ev potênsîala baş serkeftina meye. Ev salên dawîn gelek Fêdêrasîona, Komalên me kurdan avakirine. Dema kar û xebatên mezin hatiye.
Îjar ji me kurdan çi tê xwestin? Ez xalên sereke întêgrasîona me baş divînim, hingî ev rê vedike bo em dostanîya xwe tev miletên dewletên mezin avakin, taybetî tev sîasetmedar û rewşenbîrên wan. Bo întêgrasîona baş pêwîste em nav van miletên Auropa nirxên milet û weletê xwe, pirsgirêkên sereke yên miletê xwe ji dagirkerên me bidin naskirin.

Bêguman ev raste. Em tu pirojêya bo perwerdiya ziman û çanda kurdî bo zarokên me avanakin mixabin

Ji bo van tişta dibê em konfêransa û sêmînara tev miletên Auropa avakin, taybetî gora zanistîya zaniyarên me, bi piştgirya dewletên wan.
Îro gelek girînge piştgirya Fêdêrasîon û Komalên me kurdan bo gênc û keçên me, taybetî yên ku zaningehan de cîh girtine, ji bo ew bibin nimûne bo gelek keç û xortên me. Gêncên me paşerojên me ne. Ev derfeta mezin, bo întêgrasîona baş bo kurdên me, dibê em hewil bidin, piropoganda mezin bê kirin, hingî miletê me xwe ji pirojê yên întêgirêbûna dûr digire.
Em îro metirsîya mezin bo asîmîle bûna pinaberên me li Auropa jî divînin, taybetî nav zarokên me. Bêguman ev raste. Em tu pirojêya bo perwerdiya ziman û çanda kurdî bo zarokên me avanakin mixabin. Statistik dibêje- zarokên 3- 10 salî gelek bîranînên xwe heya kalbûn, pîrbûn xaydikin, lema jî ew zaroktiya xwe xweşik bîrtînin. Gelo ev jî nimûneke baş nîne, bo em dijî asîmîle bûnê ji zarokên xwe despêkin- ji dema baxçên zaroka û ji dibistana? Şikir îro li dîaspora de gelek zaniyarên me pêdagogî hene, yên ku xweşik dizanin çawa nav întêgirêbûna baş zaroka ziman û kurbûna xwe biparêzin.
Meseleke îngilîtara heye- dibêjin: bo malbatek qenc bê avakirin, dibê dora masêh 3 gêneratîona hevgirtî hebe. Bingeha her netewa malbat e, ji malbatan ji despê dibe serkeftina her miletan.
Ji rewşa xirav ya miletê me, usa jî ji hinek edetên me kevnar û xirav, li welêt gelek caran astangî çêdibin dijî serkeftina netewa me. Dibê em ser guhartina bingeha malbatan kar bikin, taybetî ji malbatên me li Auropa despêkin. Hingî mêxanîzma xalên serkeftina miletê me dîaspora de nîne, gelek hevqetin navbera hevjinan çêdibin, hingî nav jîyana azad û dêmokrasî de hew dixwezin gora edetên me li welêt bijîn, taybetî jinên me. Ev jî dibe pirsgirêkên derûnî nav gelek zarokên me jî. Ev pirozêsên hevdîtina malbatan li Auropa de bi piştgirya taxtorên derûnî derbas dibe, lê kurdên me hê jî gora edetên me kevnar bi dijmintayî hev diqetin. Van şaşî yên me navek xirav bela dike nav dîaspora de.
Li Auropa bo malbatan ji Mêdîa TV gelek bername yên erênî dertên, bo civaka wan de, taybetî bo malbatan kêm pirsgirêka çêbin. Gelo Mêdîa TV me kurdan jî nikare bername yên usa avake? Ji bo guhartina civaka me karên mezin pêwîste. Li dîaspora de gelek guhartin wê çêbin, eger ser întêgirêbûna xwe bixevitin, nimûne yên baş ji xelkên Auropa hagirin.

Ev jî dibe pirsgirêkên derûnî nav gelek zarokên me jî. Ev pirozêsên hevdîtina malbatan li Auropa de bi piştgirya taxtorên derûnî derbas dibe, lê kurdên me hê jî gora edetên me kevnar bi dijmintayî hev diqetin

Li Auropa de xaleke girînge bo me kurdan rojnamegerî yên rojnamevanên me nav miletên Auropa de, taybetî nav rojname yên wan sereke de. Heya van dewletên mezin de em her nirxên kurd û Kurdistan bi fermî û berfireh nedin naskirin, usa jî pirsgirêkên me kurdan destên dagirkerên me de, hilbet miletên wan jî dengên xwe bo kurdên me bilind nakin nav sîasetmedarên xwe de, bo piştgirya wan kurdên me re.
Roj bi roj Fêdêrasîona û Komalên me kurdan li dîaspora de zêde dibin. Dibê em karên mezin bikin bo serkeftina întêgrasîona baş nav kurdên me. Hingî ez salên dirêje, ku tev pinaberan kar dikim, usa jî nav gelek pirojêyên Almanîa bo serkeftina netewên nav wan, pir dixwezim bo kurdên me întêgrasîona baş hagirin. Pêwîste rêxistina kurdî li Auropa de ser 6 xalên girîng kar bikin nav miletê me, bi 6 xalên girîng ku min nav tecrûbên xwe dît-
1. Întêgrasîon çîye, çima li Auropa de hebûna întêgrasîon pêwîste.
2. Întêgrasîon ji pinabera çi dixweze?
3. Mafê me nav întêgirêbûna me de çîye?
4. Pirsgirêkên me kurdan nav întêgirêbûna me de.
5. Ji serkeftina kurdên me nav întêgirêbûna baş emê çi hagirin?
6. Em çi bikin bo miletê me jî întêgirêbûna baş de asta bilind de be?
Hîvîdarim paşerojên me de ser von xalan girîng em hê berfireh bisekinin, karên mezin bikin.

><