سیما تیڤی

Êzdî daxwaza dû kursiyan di perlemanê sûryê da diken

Navenda Nûçeyan – Sema

Civata Êzidiyên Sûriyê radigihîne, dûrxistina Êzidiyan ji damezraweyên nûnerayetiya siyasî li Sûriyê berdewam e, ku cara dawî jî neterxankirina ço nûnerayetiyan bû ji bo pêkhateya Êzdiya di parlamenê bêt yê Sûriyê da, Sereray hindê ku êk ji pêkhateyên resen û mîjûyî ne li welatî.

Iro sêşembuyê, 19ê Eyara 2026, Civata Êzidiyên Sûriyê beyannameyek belav kir û têda hatiye, keç û kurên pêkhateya Êzidiya nerazîbûn û dudiliya xo ya kûr diyar diken li dor berdewambûna dûrxistina wan ji damezraweyên nûnerayetiya siyasî li Sûriyê berdewam e, ku cara dawî jî neterxankirina ço nûnerayetiyan bû ji bo pêkhateya Êzidiya di parlamenê bêt yê Sûriyê da, Sereřay hindê ku êk ji pêkhateyên resen û mîjûyî ne li welatî.

Civata Êzidiyan dibêjit: Êzidiyan di dirêjahîya çendîn dehan salan da ji piştgohavêtin û binpêkirnan dinalin, û ew êk bûn ji wan pêkhateyên ku mezintrîn bac dayne dest tundrewî û hevrikiyên deverê. Ji ber vê çendê, destebarkirina pişkdariya wan ya siyasî ya dadperwerane, ne daxwaziyeka taybet ye, belku mafekê rewa ye û dengvedana binemayên welatîbûna yeksan, dadweriya ravêguhastnê û pîwerên nêvdepoletî yên girêdayî bi parastna mafên kemineyan ve diket.

Amaje bi wê çendê da, d demê bûrî da, me zincîreka danûstandin û daxwaziyan digel layenên peywendîdar yên Sûriyê encamdan, digel peywendîkirn bi aliyên nêvdepoletî û hêzên siyasî yên Sûriyê û Kurdî, ji pêxemet daxwazîkirna destebarkirina nûnerayetiyeka dadperwerane ji bo pêkhateyê Êzidiya d parlamenê bêt yê Sûriyê da bi rêya terxankirina du kursiyan li Efrîn û Hesekê, lê ev bizave heta noke bi ço bersivdanên pêtbî nehatine pêşwazîkirn, ev çende jî trsiyên rewa li dor giştgîriya proseya siyasî û paşeroja hevpişkiya nîştimanî li Sûriyê peyda diket.

Diyar jî kr, avakirna dewleteka dîmokrasî û cêgîr nabte rastî bi rêya dûrxistina çi pêkhateyên Sûriyê, belku bi rêya destebarkirina pişkdariya dadperwerane ji bo hemû Sûriyan bêy ço cudakarî, û çespandna binemayê hevpişkiya nîştimanî û danpêdana hevdû û rêzgirtn li hemerengiya olî, neteweyî û keltûrî li welatî.

Herwesa dupatkr, ji vê dergehî, em daxwazê ji hikûmeta demkî ya Sûriyê û hemû hêzên siyasî yên nîştimanî dikeyin ku pêdaçûnê d mîkanîzmên nûnerayetiya siyasî da biken bi şêwekî ku pişkdariya dadperwerane ji bo pêkhateyê Êzidiya destebar biket. Herwesa daxwazê ji Neteweyên Êkgirtî û aliyên nêvdepoletî yên peywendîdar bi karûbarên Sûriyê dikeyin ku piştevaniyê li proseyeka siyasî ya giştgîr biken ku destebar biket siyasetên perawêzxistn û dûrxistnê d dereheqê çi pêkhateyên Sûriyê da dubare nebneve.

Li dawiyê jî got: Sûriya paşerojê divêt dewleteka avakrî bit li ser binemayê welatîbûna yeksan, dadperwerî û fireyiyê; dewletek ku hemû Sûrî têda hest biken ku ew hevpşkên rasteqîne ne d welatekê êkgirtî da bêy cudakarî yan dûrxistn.

><