سیما تیڤی

Mîrê Êzdiyan pîrozbahîyê li desteyê nû ya serokayêtîya perlemanê Îraqê diket

Navenda Nûçeyan – Sema
Mîrê Êzdiyan pîrozbahîyê li serokê nû yê perlemanê Îraqê û herdu cêgrên wî diket, hîvîdare helbijartina desteyê nû ya serokayêtîya perlemanî, pêngavek bit di berjewendiya welatîyan û çarekirina kêşeyan.

Mîrê Êzdiyan, di peyamekê da pîrozbahî li Heybет Helbûsî, serokê nû yê perlemanê Îraq, Ednan Feyhaden, cêgrê êkê û Ferhad Etroşî, cêgrê duwê yê serokê perlemanî kir û hîvîya serkeftinê bo xwast.

Gotjî: hîvîdarin helbijartina desteyê nû ya serokayêtîya perlemanê Îraqê, dergehê xêr û hîvîyan bit bo qonağeka nû û erênî bit bo hemû Îraqê.

Di pişkeka dî ya peyama xo da got: hîvîxwazin danostandin û lêktêgehştina hevbeş rêxoşker bit bo çareserkirina kêşeyan û pirsên helwistî. Dîsan keysa Şingalê li ser mêzê danostandinan bit bo dîtina çarereyan bo azarên awareyên Êzdî.

><