سیما تیڤی

Mizgînîyek xweş ji Serokê Hikûmetê bo rizgarbûyên Êzdî

Navenda nûçeyan – Sema
Rêzdar Mesrûr Barzanî, serokî hikûmeta herêma Kurdistanê, ferman da encûmenê wezîran, bi heman şêwê wezareta perwerdê, wezareta xwendina bilind, asankarîyên xwendinê bo rizgarbûyên Êzdî ji destî Daêş bikin.

Bi gorê fermana rêzdar Mesrûr Barzanî, rizgarbûyên Êzdî, li zankô û peymangehên (ehlî) yên herêma Kurdistanê, çi pare na’yête wergirtin û hikûmet dê kirêya xwendinê dab bikin.

Asankarî bo rizgarbuyan dê bînin kirin, bo wergirtina wan li zankô û peymangehan û li xwendina bilind (dbloma bilind, master û doktora).

Li ser fermana rêzdar Mesrûr Barzanî, maweyek salekî ye rizgarbûyên Êzdî ji destê Daêş, heyvan minheya darayî pê di’yête dan, ku heta nûke ew minheya darayî bo (3575) rizgarbûyên ji destê Daêş berdewam e, ku kiç û kur, zarok û kal, afret û zelaman bi xwe ve digirt.

Rizgarbûyî li her ciheykî dinyayê bin li (Kurdistan, iraq û welatên din) dikarin mifadar bin ji vê minheyê.

Bingehê Laliş yê roşenbîrî û komelayetî, di mawê sê salan da çendîn proje bo xizmetkrina rizgarbuyan, arasteyî rêzdar Mesrûr Barzanî kirine, bi xweşhalî vê rêzdar Mesrûr Barzanî, rezamendî li ser serchem daxwaziyan kiriye.

Serokê hikûmeta Kurdistanê, ferman dayiye bo xizmetkrina zêdetir ya (zansitî û roşenbîrî, perwerdeyî, derûnî û komelayetî bo rizgarbûyên Êzdî).

><