سیما تیڤی

Peyama Bingehê Laliş li heftemîn salvegera referandoma serxwebûna Kurdistanê

Li rojeka wekî îro li rêkeftî 25/9/2017 gelê Kurdistanê bi rêberiya lêvegerê gelê Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî, biryareka dîrokî li ser çarenivîs û şêweyê peywendiya xwe digel dewleta Iraqê da, herwiha encamdana referandomê bû destkeftekî dîrokî yê girîng û belgeyeka dîrokî ya berdest ji bo her demekî guncayî ku dewleta Kurdistanê pê bête ragihandin û milletê Kurd pê şad û serfirazbît.

Biryara encamdana referandomê qonaxeka dî ya girînga xebat û têkoşîna bizava rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê bû, girîngiya zêdetir ya encamdana referandomê ew bû, ku wê proseyê, ne bi tenê herêma Kurdistanê, belkû deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê jî bi xwe ve girt.

Li 25/9/2017 referandoma xelkê Kurdistanê bo serxwebûnê bi kernevalên û ahengên cemawerî yên berfireh, bi coş û xiroş li hemû navçe û deverên Kurdistan bi rêve çû, 93% ji xelkê Kurdistanê deng bo serxwebûna Kurdistanê da.

Encamdana referandomê, berhemê renc û xebat û redkirina sed salên stem û jêrdestiyê bû û roja êk dengî û êk helwêstiya gelê Kurdistanê bû, li jêr serkêşî û rêberiya Serok Barzanî, tenê xweştirîn roja gelê Kurd bû li her çar parçeyên Kurdistanê.

Gelê Kurdistanê ji rûyê ax, ziman, çand, dîrok û şunas, desthilata siyasî û hemû binimayên pênasandinê, mîna gelekî serxwebûyî xwedî hemû taybetmendiyên xwe ye û maf heye, biryarê li ser çarenivîsê xwe bidet û şêwazê peywendiya xwe digel dewleta Iraqê diyar biket.

Silav li roja referandoma serxwebûna Kurdistanê. Her bilind û pîroz bit alayê Kurdistanê. Kurdistan heta aram û avedan bît.

Desteya bilinda bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî / Duhok

25/9/2024

><