Wekîlê Mîrê Êzdiyan: Cînosayda Êzdiyan ya berdewam e
Navenda nûçeyan – Sema
Sereray derbazbûna 12 salan bi ser cînosayda Êzdiyan da, hêş bi hezaran keç û jinên Êzdî girtîne û awareyên Êzdî di nava kempan da jîyana xwe diborînin, wekîlê mîrê Êzdiyan dbêjit: hêş cînosayd ya berdewam e.
Cehwer Elî Beg, wekîlê mîrê Êzdiyan bo karubarên peywendiyan bo Sema ragehand, eve bûne 12 sal bi ser cînosayda Êzdiyan da derbaz dibin, hêş aware li kempan da djîn, hemu gorên bikom nehatîne vekirin û çarenvîsê revandiyan yê windaye.
Gotjî: cînosayda Êzdiyan ya berdewam e, lewra daxwazê li hukumeta Êraqê û Herêma Kurdistanê dikeyn rewşa Şingalê aram bit û xelik bête qerebû kirin û dubare bizvirne deverên xwe û dest bi jîyana xwe ya asayî biken.
Roj bi rojê, jîyana awareyên Şingalê di nav kempan da “perîşan û zehmetir dibe. Di demekê da ewan çav li vegeriyaneka serferazî ye bo zêdê xwe heye, belê rewşa emnî, wêrankarîyeka berfireh û pştgoxistina berdewam, hîvîyên vê vegeriyanê tarî kirîne.
Piştî dagîrkirina Muslê, li 3î tebaxa 2014, rêkxirawa DAÎŞ ya tîrorstî bi çek û teqemenî û keresteyên serbazîyên sopayê Êraqê ku li Muslê hêlabun, hêrşeka berfireh kirne ser Şingalê û deverên derdorên wê. Di wê hêrşê da, DAÎŞê keç û jin û zarok û zelam komkuj kirin û keç û jin jî kirine kenîze û di bazaran da kirîn û firotin pê kirin.