سیما تیڤی

Zerdeşt Şêx Şamo:Çar pişkên nû l nahiya Xankê hatîne vekirin

Sema

Bi merema pitir gehandina xizmetgozariyan bo welatoyan،çar pişkên nû l nahiya Xankê hatine vekirin. Zerdeşt Şêx Şamo،rêveberê nahiya Xankê، îro dûşembûyê 29î Tîrmeha 2024ê ji bo Sema ragehand؛piştî komelgeha Xankê bi fermana serokê hkumeta herêma Kurdstanê Mesrur Barzanî bûye nahiye،heta niha çar pişkên din li senterê nahiyê hatine vekirin pêk dên ji pişkên kareb،agir vemirandinê،hatin û çûn û tîmekê niqomvanan. navhatî aşkerakir: niha 30 cade l nava kolanên nahiyê hatîne çêkirin û 40yên di di qonaxa qîr kiirnê da ne،zêdebarî çandina pênc hezar daran،karwanê avedanî û pêşkêşkirina xizmetgozariyan ji bo welatiyan l sinûrê nahiya Xankê dê berdewam bit.Her ji dema nahîbûna Xankê çendîn projeyên xizmetgozarî di warên cuda cuda da ji bo xizmetkirina welatiyan ‌hatîne encamdan، ji bo hindê hemû kêşe pirs girêkên welatiyan nemînin. Li rêkeftî 13/6/2022ê b fermana serokê hikumeta herêma Kurdstanê Mesrur Barzanî، biryara nahiyî bûna komelgeha Xankê hate dan،ji bo pitir asankariyan bo bi rêvebirina kar û barên welatiyan û pêdana desthelatan li nahyê. Nahiya Xankê di keve başorê rojava yê Bajêrê Dihokê bi dûratiya 10 kîlometran jê dûre , ji (13) gundan pêk dêt û pitirya şîniyên wê Êzdî ne.

><