سیما تیڤی

Şingal: Darbeşkirina Harikariya li ser Dan’emran li Gundê Bork

Sema
Îro Duşemiyê 2yê Kanûna Êkê 2024ê Dezgeha Xêrxwaziyê Barzanî Ofîsa Şingalê li Gundê Bork harikarî li ser hejmareqa dan’emran darbeş kirin.

Şêro Cokî, berpirsê Ofîsa Dezgeha Xêrxwaziyê Barzanî li Şingalê bo Sema diyar kir, bi hevkarî li gel rêxistina (FRIEDENSDORF), rabuyin bi darbeşkirina pêdviyên taybet li ser 16 dan’emran li Gundê Bork.

Dizanin jî, Dezgeha Xêrxwaziyê Barzanî çendîn proje û xolan cûrbicûr bo qîz û jinan li Şingalê vekirin.

><